Sê muzîkjenên jin ên Rûm ku ji Yûnanîstanê hatin û li Stenbolê bi cih bûn û li wir komek bi navê Newayên Rûmî ya Stenbol û Îzmîr ava kirin. Komê dil heye newayên berê yên Rûman bi Rûmî û Tirkî bigihîne guhdaran.

Koma muzîkê ya Newayên Rûmî ya Stenbol û Îzmîr, ji aliyê 3 jinên Rûm ên ji ber sedemên cuda hatin Stenbolê ve hatiye avakirin. Vokalîsta komê Vassiliki Papageorgiou ye, Marina Liontou-Mohamed li ûdê û Fotini Kokkala jî li kanûnê dide.

Ji bilî muzîkê, xala hevpar a her sê jinên Rûm ew e ku, ji Yûnanîstanê hatine û li Stenbolê bi cih bûne. 


‘Em ji vê hez dikin’ 


Vokalîsta komê Papageorgiou, ya koka malbata wê digihê Îzmîr û Girava Mîdîlliyê, lê ji ber mubadeleyê ji Atînayê koçî Tirkiyeyê kirine, beriya 23 salan bi temamî li Stenbolê bi cih bûye. Piştî gelek salan li Heybelîadayê dimîne, paşê berê xwe dide Beyoglûyê. Papageorgiou, li gel nasnameya xwe ya muzîkjeniyê di heman demê de helbestvan e jî. 

Papageorgiou dibêje ew bi rêya muzîkê kevneşopiya Rûman piçek be jî zindî dikin û wiha diaxive: ” Min paşê Marina Liontou-Mohamed û Fotini Kokkala nas kir. Fikreke xweş e ku her sê jin li ser dikê bin. Em vê hîs dikin û bi taybetî em li Stenbolê bi hev re derdikevin ser dikê û em ji vê hez dikin.” 




‘Em herî zêde parvekirinê didin der’ 
Papageorgiou diyar dike ku ew stranên kevn ên Stenbolê hem bi Rûmî hem jî bi Tirkî distrên û her wiha bi bîr dixe ku nîqaşa “Ev stran ên Tirkan e an yên Rûman” nîqaşeke beredayî û wiha dipeyive: “Me hemûyan ev stran parve kirin. Hem me muzîkjenan, hem jî kesên tên me guhdar dikin. Parvekirin tişta herî xweş e. Em herî zêde parvekirinê didin der. Gotin jî girîng in. Dixwazim mirov wateya gotinan fêm bikin. Tenê em ji bo xwe nabêjin, ji bo em li gel hev bin dibêjin. Çimkî, muzîk hunereke ku mirovan digihîne hev.” 



‘Divê em vê riyê bidomînin’ 


Her wiha Papageorgiou dibêje ew dixwazin bi muzîkê wê çanda tê windakirin bidin der û wiha pê de diçe: “Parvekirin tişta herî xweşik e, bila mirov wisa mezin bibin. Dijminatî, têgehên ‘ez cuda me, tu cuda yî’ mirovan sar dikin. Em bêtir muzîkê çêbikin, bêtir bigihên hev, kêmar çî ye? Ez ji Yûnanîstanê hatim, lê koka min li Îzmîrê ye. A rast mirov ji hev hez dikin. Di salên dawî de derket holê. Yewnan zaf tên Stenbolê, ji bo geştê, betlaneyê, jiyanê. Êdî ji hev natirsin. Divê em vê riyê bidomînin.” 


Xwe berdide ahenga wê

Yek ji endamên komê Marina Liontou-Mohamed jî sê sal e li Stenbolê ye û di komê de li ûdê dide. Mohamed a nû nû hînî Tirkî bûye, zêde nikare xwe îfade bike û ji dêvla vê li têlên ûdê dide û xwe berdide ahenga wê.
Fotini Kokkala jî li Yûnanîstanê perwerdehiya muzîkî dîtiye û hatiye Stenbolê. Kokkala di komê de li kanûnê dide û dibêje, ew bi komê cuda re xebitiye û di heman demê dersên muzîkê jî dide. 


NECLA DEMÎR / STENBOL / DÎHABER