Li gorî lêkolîneke nû, parzemîneke 8´an hatiye dîtin û ev parzemîn li Derya Spî, di bin Ewrûpayê de û li Anatol, Kurdistan û Îranê ye. Zanyaran navê Adriyaya Mezin lê kir.

Yanî li gor lêkolînê, super-parzemîna dinyayê ya beriya bi sed milyonan salî Pangea, gava ji hev bela bû, ji wê 8 parzemîn çêbûn. Li gorî lêkolînê beriya bi 120 milyon salan ew parzemîna ku îro bi pirranî Başûrê Ewrûpayê ye, ketiye binê erda parzemîna Euroasyayê. Zanyaran navê Adriaya Mezin lê kir ji ber ku îro darî çav beşeke wê ya mezin Adria ye. Lê ne tenê ew, gelek çiyayên Ewrûpayê, ji Pîrene heta bi Alpan, pirraniya Başûrê Îtalyayê, Yewnanistan, Anatol, Kurdistan, Sûrî û Îran jî parçeyên ji vê parzemînê mayî ne. Super-parzemîna Pangea berî bi 240 milyon salî dest pê dike û ji hev parçe dibe, û piştî bi 120 milyon salan yek ji 8 parzemînan di binê yeke din de hema hema bi temamî winda dibe. Ev parzemîn ji devera ku îro parzemîna Efrîkayê ye qut bûye.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN