
Pasdaran mehên bihorî jî hewl dabû ku xwe bigihînin serê Çiyayê Şaho û bixin bin kontrola xwe. Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku pasdarên Îranê dixwazin bi şewitand û hişkkirina daristanan, Çiyayê Şaho kontrol bikin. Siyaseteke dem dirêj ya Îranê li ser Çiyayê Şaho heye û dixwaze bi şewitandina daristanan, valakirina wargehên gundiyan, qutkirina debara gel û koçberkirina bi darê zorê, pilana xwe ya herêmê bi cih bîne.
Hêjayî gotinê ye ku ji par ve pasdarên Îranê baregehên xwe yên eskerî li Çiyayê Şaho zêdetir kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN