AXÎN TOLHILDAN/MÎHAN SILÊMAN / ANHA/KOBANÊ
2.Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li bajarê berxwedanê Kobanê dewam dike.Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ya bi dirûşmeya, ‘’Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’’ li gel delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi tevlêbûna 300 delegeyên ku ji Sûriyê, Iraq, Urdun, Libnan, Filîstîn, Lîbya, Ermenîstan, Misir, Tirkiye, Tûnis, Yemen, Efrîkaya Bakur û Sûdanê hatine, didome.
Di roja duyan de konferans bi sernavê, ‘’Di serdema modernîteya demokratîk de, krîz û rûdanên li Rojhilata Navîn,jin û zayendîparêziya civakî, dînparêzî, milliyetgirî, dogmatîzm û jîneolojiyê’’ axaftin hatin kirin.
Em li çareseriyê digerin
Endamê komîteya amadekar Aşûr Cerces axivî û got, “Em ciwanên Suryan ji ber ku em dixwazin çareseriyeke hevpar ji bo krîza Rojhilata Navîn bibin tevlî konferansê bûne. Em bi hev re divê ji Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin.”
Endamê Meclîsa Ciwanan Nasir Efrîn jî got: “Armanca sereke ya vê konferansê ew e ku em yekîtiyê li Rojhilata Navîn ava bikin.’’
Ez kêfxweş im ku li Kobanê me
Ciwanê bi navê Zavir Diya Eldîn jî got:’’Em li ser navê ciwanên Çerkes tevlî konferansê dibin.Ez pir kêfxweş im ku li Kobanê me.Em li gel birayên xwe yên ji gelên li dijî her cure êrişê radiwestin.’’
Em neyên van lîstikan
Endamê Çand û Hunerê ya Ciwanên Hesekê Ehmed Tarbûş jî got:’’Rejîmên dîktator her dem yekîtiya gelan kirin hedefa xwe, me li vê derê careke dî nîşan da ku em yek in. Ez dixwazim bang li hemû ciwanên Ereb bikim; dijminên me dixwazin me parçe bikin. Divê em neyên van lîstikan û bibin yek.’’