Bi pêşketina teknolojiyê re siyaset û 'siyasetmedarên înternetê' jî ketine nava jiyana me. Siyasetmedarên înternetê di germahiya odê de li cihê xwe yî germ rûniştî, an jî li ser doşegê dirêjkirî li însanên ku bi can û xwîna xwe bedelan didin re nasihatan diki. Bi hezaran kîlometre ji welat û ji xelkê dûr; heta kengê û bi çi awayî şer bikin an çiqas bedelên din bidin; ji wan re yek bi yek dijmêrin, bi navê civakê siyasetê dikin, aqil didin, hêrs dibin, fermanan didin û şer îlan dikin!..
Tevgera Kurd di Newrozê de biryara berdewamkirina têkoşînê ya bi riyên siyaseta demokratîk îlan kir. Herwiha bahsa wê jî kir ku eger qadê siyaseta demokratîk ji Kurdan re were vekirin û şertên wê were amadekirin, hêzên çekdar jî wê ji bakurê Kurdistanê werin vekişandin. Her çiqas hikûmeta Tirk tu bahsa gavên ku ew bi xwe biavêje neke jî di peyamên hêla Kurd de bahsa wan bi aşkereyî tê kirin û tê gotin ku ji bo hêzên çekdar were kişandin divê dewlet jî mesuliyeta xwe bîne şûnê.
Divê ev yek jî were gotin ku, dema ev pêvajo pêş bikeve, siyaseta li Tirkiyeyê û feraseta wê jî wê biguhere, mîna ya îro namîne. Kê bizane; heta salekê kîjan partî an jî aktorê siyasî wê li ser dîka siyasetê bimîne? Kê garantiyê bide ku; ne tenê partiyên muxalefetê (CHP û MHP), partiya ku hikûmetê bi rêve dibe AKP wê mîna ya îro bimîne? Dema feraseta siyaseta dewletê ya li ser înkarkirina Kurdan û civakên din pêk hatî guherî, partî û saziyên bi vê ferasetê saz bûne jî wê biguherin...
Hikûmeta Tirk di meşandina vê pêvajoyê de ne şîrikê Kurdan e. Ew bi xwe dewlet e û ji bo meşandina prosesa çareseriyê muxatabê Kurdan e. Pêvajo ne bi hinek tişt ji hikûmeta Tirk payînê, lê bi têkoşîna li dijî wê tê bi pêşve xistin. Kurd ji bo xwestekên AKP’ê an jî Serokwezîrê Tirk R.T.Erdogan hewl nadin, li hemberî wan ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin!.. Bi salan e tevgera Kurd tîne ziman ku ji bo jiyana civakî tiştekî ji dewletê naxwaze; berovajî vê yekê dixwaze astengbûna dewletê ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd bi xwe jiyana xwe bi rêxistinî bikin, siyaseta xwe bi xwe û ji bo xwe bi rê ve bibin. Bi aşkereyî li ber çavan e ku Kurd gişt li Rojhilata Navîn mîna miletekî azad hebûna xwe mîsoger nekin, têkoşîn wê berdewam be...
Herwiha azadî û demokrasî ne tenê xwastek û meseleya Kurdan e. Kurd bahsa azadbûna gelên li Rojhilata Navîn giştan bi hev re dikin. Ji bo vê yekê jî banga têkoşîneke bi hev re li civakên di bin zordestiya dewletê de ne tê kirin. Asûrî, Laz, Çerkes, Elewî, Ermenî û hwd wê bi hev re azad bibin û Kurd azadiya wan wek parçeyekî azadiya xwe dibînin...
Wekî tê gotin; têkoşîneke nû dest pê dike. Belkî ji her demê pirtir hewldana gel divê; têkoşîn, rêxistinîbûn, sazîbûn...
Him di amadekirina makezagoneke nû de helwest nîşandan, him ji bo perwerdeya zimanê dayikê sazîbûn, him ji bo bidestxistina şaredarî û rêveberiyên herêmî bi rêxistinîbûn, him ji bo pêşxisina aboriya civakê rêxistinîbûn û him jî ji bo azadiya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê hewldan....
Belkî pêvajoyê nû tenê bi propagandaya vekişîna şervanên Kurd tê meşandin; lê Kurd dizanin ku mesele ne tenê ev e! Mesele bidestxistin û mîsogerkirina mafên netewî yên Kurdan e. Bila xema tu kesî nebe; Kurd ji têkoşîna demokratîk paşve nakişin. Ji bo azadiyê wê ji her demê pirtir bi pêşve herin!..
Paşve nekişin pêşve herin!
Gotineke Kurdan a kevin heye; “Hûr bajo, kûr bajo, lê gayê nêşîne!” Niha di pêvajoya ku Kurd û Tevgera Kurd tê re derbas dibe de hesasiyeteke bi vî rengî ya pirr hûr û kûr divê. Bi gotinekê tenê dilê hinekan diêşe an jî hinek kes û komên xêrnexwaz tenê ji gotinekê ‘dijminatiyeke dîrokî’ derdixin û bi hesasiyeta xelkê dilîzin. Ji ber vê yekê divê her gotin him Kurdan, Tirkan û civakên etnîkî û dînî giştan îkna bike û him jî meydanê ji nifir û hewldanên kes û komên xêrnexwaz re vala nehêle.