Erdogan xwe wek neo osmanî nîşan dide, yanî kemalîstê îslamîst e. Gava mirov rûpelên dîroka qirêj werdigerîne, dibîne ku Tirk di 1071 an de, li pey piştgiriya mîrên Kurdan digire, hê dikane derbazê Anatoyayê bibe. Yavûzê xwînxwar ê dijminê Kurdan jî bi mîr û şêxê wê demê Idrîsî Betlîsî re peymanek çêkir, hê berê xwe da welatên din. Kanunî li ser pişta wê peymanê kanî ta Viyanayê here. Tevgera kemalîst jî li pey ku piştgiriya mîr û serokeşîrên Kurdan girt, hê netewe - dewleta Tirk ava kir.
Îro dîsa li Rojhilata Navîn hêz û hevkariya hêzan hatiye guhertin, êdî Kurd xwedanê rawestaneke kîlîtê ye, bê hevkariya Kurdan, kevirekî jî nikane were leqandin, bi gotineke kurt hêza ku pişgiriya Kurdan negire, bi ser nakeve. Erdogan jî serî li wê kevneşopiyê bav û kalên dewleta xwe da û Birêz Barzanî vexwend Amedê.
Ya duyemîn: Baş tê zanîn ku bi salan e, dewleta Tirk bi her awayî dixebite ku alternatîveke Tevgera Azadiyê biafirîne, da bikane planên xwe bi gelê Kurd bide pejirandinê. Berê bi alikariya hin hevkarên xwe yên kevn „Hak- par“ avakirin, Burkay anîn danîn ser wê, nebû. Hemû hizbul kontra berdan bi alikariya wan heve navê Hak-parê „Huda-par“ bi salawatan demezrandin, ew jî nebû. Ev demeke dirêj e ku ji bo ji nû ve zindîkirina PDK-T. xebat li pêş xistine, niha di çapemeniyê de jî reklama wê di forma hevpeyvînan de tê kirin, bi wê ve girêdayî xwestin Barzanî wek serokatiyeke alternatîf, pêşkêş bikin.
Ya sêyem jî; formeke şantajê bû, hin kolomnîstên Tirk jî ev dîtin û mizgînî dan xwenêrên xwe, kolomnîstê Tarafê ê polîs Emre Uslu viha nivisî: „..Erdogan Barzanî vexwend Amedê, xwest ji Ocalan re bibêje „Eger tu nebî, Barzanî heye, ez dikarim rêya xwe bi Barzanî re jî bidomînim. Ezê wî wek pêşeng pêşkêşî Kurdan bikim..“ Dîsa Prof. Mehmet Altan di vê wateyê de pirseke wiha dike : „Baş e, hê lihevkirinên bi Ocalan re negihiştiye encamekê, çareserî gelek dûr e, bi Barzanî re çi dide û distîne, min ev fêm nekir!“
Armanceke wan jî bêguman hilbijartin bû, xwestin hatina birêz Barzanî bi hin gotinên xapîner ên ku tu tiştekî naguherîne hilbijêrên wendakirî û hin derûdorên îslamîst û netewperest bi şûn ve vegerîne.
Ev hatina birêz Barzanî, dema Nêçîrvan Barzanî li Enqerê bû, hate plankirin, xwerû jî di wê planê de projeyên pêşî li pêşveçûnên Rojava bigirin hebû, lema jî berê ku Barzanî were Amedê ew daxuyaniya li ser Rojava ku hemû Kurd êşandibû dabû. Prf. M. Altan vê mijarê wiha şirove dike: „Serokwezîr li Surî tu carî xweseriyeke Kurdan naxwaze, heta AKP e û Barzanî li ser vê egerê di nava hevkariyê de ne..“ Dîsa mijareyên aborî wekî boriyên petrolê jî wek paşxana vê hevdîtinê di rojevê de bû.
Ew pêşwazîkirin çewa mezin hate nîşandayîn, ne wisa bû, serokê dewletekê, serokê hêzekê tenê walî û gernîndeyê ewlekariyê pêşwazî nake, bi kêmasî ji endamên hukumetê yek diçe pêşwazî dike. Dîsa di cîhê axaftin û protokolê de, li gel ala Tirk ala rêveberiya Kurdistana başûr temsîl dike, tunebû.
Di bîra Erdogan de rêberên bakur tune, naxwaze bibîhîse jî. Wî di axaftina xwe de navê nemir Muhammed Qazî û M. Mistefa Barzanî bi lêv kir, lê behsa Seyîd Riza, her çendî salvegera bîranîna wî jî bû, salê wî hatibû biçûkkirin ku îdam bikin, nekir. Dîsa navê Şêx Seid, Ihsan Nûrî Paşa, Alîşêr derbaz nebû; tenê çend navan derdixe pêş û bi hezaran jî difetisîne, ev jî rengê takiya wî ye.
Hin planên wan ên dixwestin ji bala giştî veşêrin jî hebûn. Wek mînak di van rojên nîqaşa hatina Birêz Barzanî de ji 300î zêdetir girtiyên li girtîgehên Kurdistanê di nava bêdengiyê de bi sedan km derbiderê rojavayê Tirkiyê kirin, ji ber ku rojev dagirtîbû, vê surgunê bala tu kesî nekişand. Ev hin metirsiyan jî bi xwe re tîne, gelo ew van girtîgehan ji bo kê vala dikin, yan dixwezin berê hilbijartinan dîsa xebetkarên BDPê bigirin? Dibe ku kin kesên ji Tevgera Azadî revyane, ji başûr bînin û wek gerilayên hatine teslîm bune, di hilbijartinan de bikarbînin? Bi kurtî xiniziyekê di vir de heye.
Armanca wan a bingehîn jî ew bû ku bikanin Tevgera Azadî û serkariya başûrê Kurdistanê bi hin dek û dolaban li dij hev derxin. Her çendî hin dengên şaş derketin jî Tevgera Azadî bi şiyarkirinan û navginiya şaredariya Amedê rengekî din da vê ziyareta Birêz Barzanî û piraniya armancên serkariya Tirk vala derxistin.
Paşxana hatina Barzanî
Di wêneyekî de li pişt giştan, ala Tirk û wênê AtaTirk heye. Erdogan bi destê rastê wek dostekî bi germî destê Îbo dişidîne, bi destê çepê jî çawa ku bi milê zarokek, yan jî tewanbarek girtibe, wisa bi milê Barzanî girtiye, Erdogan bi awayekî henekê xwe pê bike, bi xinizî li Barzanî dinêre. Ev wêne sextekariya dewleta Tirk li ber çavan radixîne.