Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK’ê doh li baregeha xwe ya Kerkûkê bi beşdarbûna gelek nûnerên partî û rêxistinan û mêvanan dehemîn salvegera damezrandina partiyê pîroz kir. Di danê sibê yê bernameya pîrozbahiyê de nûnertiya peywendiyên leqê dû yê PDK, Partiya Komînîstên Kurdistanê, Tevgera Demokratîk a gelê Kurd, Patriya Ayîndeya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Yekgirtûyê Îslamî, Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya başûrê Kurdistanê û Komeleya Ronakbîran serdana baregeha PÇDK’ê ya Kerkûkê kirin û bi peyamên xwe salvegera damezrandina PÇDK’ê pîroz kirin.
Piştî nîvro jî li baxçeya baregeha Kerkûkê de şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi sîroda 'Ey Reqîb' dest pê kir. Dûre li ser navê rêxistina Kerkûkê Newzat Bekir axaftinek kir û xêrhatina mêhvanan kir. Her wiha peyama Ciwanên Welatparêz, Rêxistina Jinên Azad, Tevgera Hemwelatiyên Azad jialiyê nûnerên van rêxistinan ve hatin xwendin.
Li ser navê partiyê jî Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîp axaftinek kir û da zanîn ku ev roj ji aliyê wan ve di du wateyan de tê pîrozkirin. Xerîp got 5’ê Adarê li Başûrê Kurdistanê salvegera destpêkirina raperînan e. Di rojek wiha yê pîroz de PÇDK bi armanca xwedîderketin û parastina nirx û destkeftiyên raperînê hate damezrandin. Xerîp di berdewama axaftina xwe de diayar kir ku gelê Kurd ji qonaxek giring re derbas dibe û mizgîniyek jî da û got ku li Kerkûkê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û yên herêmê di nava partiyan de hevdengî û lihevhatinek heye. Xerîp got di warê pêkanîna yekîtiya gelê Kurd de ev pêngavek giring e. Xerîp di axaftina xwe de balkêşa ser çalakiyên gervên birçîbûnê yên li Bakûrê Kurdistanê û Ewropayê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Xerîp got; “Dewleta Tirk divê baş bizane ku nêzîkatiya li hember Rêber Apo nêzîkatiya li hember gelê Kurd e.Wê gelê Kurd li hember van nêzîkatiyan bê deng nemîne.” Xerîp da zanîn ku wê ew jî weke partî bi çalakiyên cûr be cûr piştgiriyê bidin çalakvanên gireva birçîbûnê. Di berdewama şahiyê de Hozan Canê û hunermendên Navenda Çanda Dîcleyê jî berhemên xwe yên nû pêşkeş kirin. Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

ANF/KERKÛK