Aydogdu, ani ziman ku ew naxwazin ku navê komeleyê tenê li ser tabeleylê bimîne û dixwazin bi kar, pratîk û xebata xwe xwe bidin naskirin. Aydogdu, da zanîn ku ji niha de komele ji aliyê civakê ve rastî eleqeyekê tê û gelek kes bi telefonê li wan digerin û der barê pirsgirêkên xwe de agahî û alîkariyê ji wan dixwazin. Aydogdu, anî ziman ku ew dê pirsgirêkê civaka Amedê her tim niqaş bikin û li çareseriyê bigerin.
'Ji ber ku Kurdî nizanim zahmetiyê dijîm'
Endamê komeleyê Emre Bakir jî anî ziman ku wan ewil xwest şaxa "Komeleya Piştevaniya Derûnîyê ya Tirk" vekin, lê komeleylê ji ber têgeha Tirk sarbûnek bi xwe re çêkir û wiha got: "Me xwest em bê cudahî û kesan wekî kes bibînin û ji ber vê yekê me xwest têgeha Tirk ji navê komeleyêderxin. Lê ev yek nehat qebûlkirin. Ji ber ku ev daxwaza me nehat qebûlkirin be biryar da ku em komeleyek serbixwe ava bikin. Me hesasiyeta mirovan û herêmê li ber çavan girt û me Komeleya Piştevaniya Derûniyê ava kir. Me xwest wekî rêxistinek pişeyî xizmeta civakê bikin. Ez 3 salin li Amedê me. Zimanê min ê zikmakî Tirkî ye. Ez niha li gundekî Amedê dixebitim. Ez bi zahmeti bi zarokên pola yekem re diyalogê datînim. Ji ber ku ez bi Kurdî û zarok jî bi Tirkî nizane. Ev yek min dixetimîne. Em wekî komeleyê ji bo vê pirsgirêka cudahiyê ji holê rkin em dê xebatê bimeşînin."
DÎHA/AMED