
QEREÇÛX ENWER / ROJNEWS/HEWLÊR
Parlamenter Arî Hersîn ji Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Parlementoya Herêma Kurdistanê cuda bû.
Parlamenter Arî Hersîn doh li parlamentoya Herêma Kurdistanê bi civîna çapemeniyê ragihand ku ji koma PDK a li Parlementoya Herêma Kurdistanê cuda bûye.
Parlamenter Arî Hersîn di civîna çapemeniyê de îşaret bi rewşa herêmê kir û got: “Divê rewşa zehmet ya gelê me dijî, ez koma neteweyî radigihînim û êdî ti peywendiyeke min bi koma PDK’ê re nemaye. Li Herêma Kurdistanê niha ti partî nîne nûnertiya Kurdan bike, mafê Kurdan bi dest bixe û biparêze.”
Parlamenter Arî Hersîn têkildarî sedema cudabûna xwe ji koma PDK’ê jî got “Ez li gel rêveberiya PDK’ê û Barzanî civiyam, lê wan ez fêhm nekirim. Ezê rewşa parlamentoya Herêma Kurdistanê bişopînim. Ezê karê xwe jî bikim. Piştre ezê biryar bidim ka di hilbijartinên bê de beşdarî hilbijartinê bibim an na.”