
Tê îdiakirin ku PDK, ji bo rawestandina pêngava Xezeba Firatê, Tabûra Silehadîn a ji qederê 200 pêşmergeyan pêk tê, li hawirdora Dêra Zorê bi cih kiriye û heke li hemberî QSD'ê bi ser kevin, ew ê Şengalê dorpêç bikin.
PDK´ê li gorî van îdîayan Tabûra Silehadîn di ser Dêra Zorê re li herêmên Ebû Fas û El Mahla yên Reqayê bi cih kirine.
Serkêşê çeteyan 10 salan pêşmergeyê PDK´ê bû
Hat zanîn ku ev kom ji 200 peşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê pêk tê û di encama lihevkirina bi DAIŞ’ê re, di ser Dêra Zorê re ji bo rawestandina Hemleya Xezeba Firatê û ji bo alîkariya DAIŞ’ê, derbasî herêma Ebû Fas (di navbera Şedadê û Reqayê de ye) û herêma El Malha (50 kîlometreyan li rojavayê bajarê Hesekê ye) bûne.
Hat gotin peşmergeyê bi navê Ebû Yasir El Kurdistanî ku serkêşiya vê komê dike, di nava pêşmergeyên PDK’ê de 10 salan pêşmergetî kiriye. Hat destnîşankirin ku di heman demê de Ebû Yasir, di damezrandina koma çeteyan a Tugaya Sultan Murat a niha di nav Mertalê Firatê de ye jî cih girtibû.
Zilamê PDK´ê zilamê dewleta Tirk e jî
Tabûra Pêşmergeyên Silehadîn ku ji pêşmergeyên ser bi PDK’ê yên ji Başûrê Kurdistanê pêk tê, sala 2015’an ji bo destekdayîna komên opozisyona Sûriyê ya herêma Helebê ji hêla PDK’ê ve hatibû şandin. Bi şandina wan re di hemû êrîşên li dijî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de ku ji hêla YPG/YPJ’ê ve dihat parastin ku çeteyên ser bi Tirkiyeyê, bi rê ve dibirin, navê vê tabûrê jî hebû.
Ji xwe di hemû daxûyaniyên xwe de komê eşkere dianî ziman ku ew pêşmergeyên PDK’ê ne û ew her tim amade ne ku li dijî YPG’ê şer bikin.
Ew ê dorê li Şengalê bigirin
Her wiha ji bilî alîkarîdayîna DAIŞ’ê, di nav îdîayan de heye ku heman koma pêşmergeyan ji bo êrîşeke li dijî Şengalê li herêmê hatiye bicihkirin û dema êrîş çêbe, ev kom dê ji paş ve daxilî êrîşê bibe.
ERDOGAN ALTAN / DÎHABER / REQA