Asayîşa PDK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya endamên Meclîsa Îştar ya li ber avahiya NY´yê ya Hewlêrê kir hincet û ev hefteyek e ku ambargoya derketinê daniye ser wargeha penaberan a Mexmûrê.
Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê bi hinceta ku Endamên Meclîsa Îştarê li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li ber avahiya NY dane destpêkirin, ev hefteyeke ambargoya derketinê daniye ser wargeha penaberan û destûrê nade karker, nexweş û bi giştî jî gel biçe Hewlêrê.-
Endamê Rêveberiya Karên Derve ya Mexmûrê, Bêwar Unver têkildarî mijarê got, PDK çalakiya jinan a li dijî tecrîdê dike hincet, lê di rastiyê de ev nêzîkatiyeke siyasî ye.
Unver bi bîr xist ku Di roja duyem a çalakiyê de Hêzên Asayîşa PDK’ê yên Hewlêrê, bi awayekî dij mirovî êrişî konê çalakiyê û çalakvanan kiriye da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Li ser vê, çalakvanan nerazîbûn nîşan da û hêzên asayîşê konê çalakiyê li erdê da û amûrên wan belav kirin. Jinan jî bi biryardarî got, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Unver got, yekşema bihurî heyeteke çalakvanan bi beşa Mafê Mirovan a NY’yê re civînek kiriye û dosyaya têkildarî armanca çalakiyê daye wan, lê helwêsta NY´yê ecêb bûye: “Saziyeke mafê mirovan, aniye ziman ku ji derveyî avahiya wan çi êriş li dijî çalakvanan bibe, ew ê ne berpirsyar bin. Ev eşkere nîşaneya hevkariya bi hêzên êrişkar re ye û çavê xwe li norm û mafê mirovan girtine.”
PDK xwe li demokrasiyê ranagire
Endamê Rêveberiya Têkiliyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê, Bêwar Unver diyar kir ku çalakgeran piştî êrişê ji hêzên asayîşê re gotiye, çalakiya jinan çalakiyeke mafdar û demokratîk e, ziyanê nade aramiya bajêr. Li gorî wî PDK xwe çalakiyên demokratîk ranagire.
Nexweşan jî bernade
Unver li ser astengiyên li dijî wargehê jî got, “Bi awayekî ne hiqûqî û hincetên pûç, ev nêzî hefteyekê ye ku asayîşa PDK’ê rê li nexweş, karker û gelê Mexmûrê digire, nahêle ew biçin Hewlêrê. Nexasim di van 3-4 rojên dawî de hewl didin provokasyonan bikin û gel li hemberî saziyên wargehê sor bikin. Çalakiyên me tevî hemû astengî û rêgiriyan wê dewam bikin. Divê hêzên rêgir û astengkar jî baş bizanin ev hincet in, hemû kiryar siyasî ne.”
Bêwar Unver ji bo helwêsta PDK´ê got, “Ji bo çareserkirina rewşê têkiliyên me dewam dikin. Helwêsta PDK’ê ya li beramberî gelê me û wargeha me ne rast e.” Unver got, heger rêgirî, astengî û zextên PDK’ê dewam bikin, gel wê li dijî vê jî bibe xwedî helwêst û çalakiyan bike.”
ROJNEWS / MEXMÛR