Hêzên PDK'ê 16'ê Gulana 1997'an li Hewlêrê avêtin ser mal û saziyên PKK’ê û welatparêzan, û bi awayekî hovane bi sedan kes qetil kirin.  Malbatên mexdûrên Komkujiya Hewlêrê qala wan rojên hovane kir û gotin, ji bo ew hestiyên xizmên xwe bigrin miraceatî rayedaran kiriye, lê rexmê ku 19 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî rayadaran tu bersiv nedaye wan.


‘Yên komkujî kirin îro li ser desthilatdariyê ne’

Hevsera Îbrahîm Erdogan (Sebest Gabarî) ê di komkujiyê de hat qetilkirin, Selamet Erdogan got: "Tevî Serbest bi dehan kes hatin qetilkirin, gelek kes hatin windakirin û aqûbeta wan hînê nediyar e. Miraceata me mixabin hînê nehatiye bersivandin. Di nava 19 salan de me gelek caran miraceatî Wezareta Şehîdan û Malbatên Enfalê kir. Lê h eta niha tu bersiv nedaye me. Ev yek ji bo me êşeke gelekî mezin e."

Selamet Erdogan got, “Ez bang li Kurdên bi şeref û namûs dikim ku ji bo ronîkirina vê komkujiyê bikevin nava hewldanan.”


‘Komkujî ji aliyê dewletaTirk û PDK’ê ve hat kirin’

Leyla Arzû Îlhan jî da zanîn ku bavê wê Uzeyîr Îlhan (Mahmût Afarof) di komkujiya li Hewlêrê de hat windakirin û got, "Bavê min ji aliyê PDK'ê ve hat qetilkirin. PDK'ê sala 1997'an bi desteka Tirkan şerekî qirêj da destpêkirin. Di Komkujiyê de zêdeyî sed mirovên nexweş û birîndar, PKK'yî û sempatîzanên PKK'ê hatin qetil kirin. Ev komkujî karê hevpar ê dewleta Tirk û PDK'ê ye. Ev komkujî ji bo Kurdan rûreşî ye, sûc e. ”

Arzû Îlhan destnîşan kir ku PDK wehşeta beriya 19 salan kir, îro jî dewam dike û got, "Xuya ye eger hêza PDK'ê hebûya wê komkujiyên ji wê mezintir bikira."


‘Ew lehengên Bênav ên gelê Kurd in’

Endamê Meclîsa Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê a Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mehmet Emîn da xuyakirin, ku ew bavê Aso Îbrahîm Mehmet Emîn (Pale Silêmanî) yê PKK'yî ye kudi komkujiyê de hat qetilkirin e û got, "Ji ber ku wan xizmet ji gelê Kurdistanê re dikir, PDK'ê ew qetil kirin.”

Emîn li ser mijara anîna leşkerên Tirk jî PDK rexne kir û got, "Yekane armanca anîna leşkerên Tirk, şerê li hemberî PKK'ê ye."Divê PDK derhal vî mejî û helwêsta xwe biterikîne, lêborînê ji malbatên mirovên di 16'ê Gulanê de qetil kir bixwaze û cenazeyan teslîm bike." 


 ANF/SILÊMANÎ