
Komeleya Hêvî ji bo qurbaniyên şer li Herêma Kurdistanê diyar kir ku PDK’ê bi bahaneya qedexêye dest danî ser 800 pirtûkên ‘Dîrokek ji Agir’ ku ev pirtûk di Tirkiyê re hatine derbaz kirin ku ne qedexe bûn.
Pirtûka ‘Dîrokek ji Agit’ ji aliyê Hesen Cudî ve hatiye amadekirin û nivîsîn. Di pirtûkê de yek jî damezrênerên PKK’ê Cemîl Bayîk behsa dîrok û qûnaxên têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê dike. Komeleya Hêvî ji bo qurbaniyên şer li Herêma Kurdistanê diyar kir ku pirtûka ‘Dîrokek ji Agir’ di Tirkiyê re derbaz bûye û nehatiye qedexekirin, lê PDK’ê qedexe kiriye.
Komeleya Hêvî ji bo qurbaniyên şer li Herêma Kurdistanê diyar kir ku bi riya peywendiyên li gel rêxistin û navendên rewşenbîrî derveyî welat (Enstîtûya Kurd li Swêd) bi armanca hevkarîkirina malbatên şehîdên Şerê DAIŞ’ê 800 pirtûkên ‘Dîrokek ji Agir’ çap kirine û bi riya bejahî şandine Başûrê Kurdistanê.
Di daxuyaniya ku li ser navê Komeleya Hêvî ji bo qurbaniyên şerê DAIŞ’ê de ji aliyê Arif Hisên ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji bo hêsanikirina derbaskirina pirtûkan ji gumrikê, me li ser navê Komeleya xwe nivîsek fermî ji bo gumriga Îbrahîm Xelîl re hatin şandin û wa jî alikari kiriye û pirtûk derbas kirine. Lê bêlê piştî guhertina postan di 15’ê Sibata 2017’an de ji me re hatiye gotin ku li gûmrika Îbrahîm Xelîl pirtûk ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine desteserkirin. Ev yek jî bi bahaneya ku pirtûk qedexeye pêk hatiye.”
Sê caran çap bûye lê qedexe ye!
Di berdewam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji aliyê xwe ve vê kiryara gûmrika Îbrahîm Xelîl ya navçeya Zaxo şermezar dikin. Di heman demê de em vê jî dibejin ev pirtûk ji Ewropa hatine di Tirkiyê re derbas bûye û ne qedexe bû. Di heman demê de ev pirtûk sê caran li Başûrê Kurdistanê hatiye çapkirin û belavkirin. Nizanim çima ev pirtûka dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê vedibejê û dahatûya wê ji bo malbatên şehîdên Kurdistanêyê çima tê qedexe kirin?”
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev hat gotin: “Em dixwazin di demek nêz de ew pirtûk werin berdan û careke din PDK’ê li pêşiya azadiya ragihandinê û demokrasiyê nebe asteng.”
Hêjayî gotinê ye ku beriya mehekê jî du kes ji ber pirtûka ‘Jiyana min hemû têkoşîn bû’ ku ji aliyê Sakine Cansiz ve hatî nivîsandin belavkirin, hatin girtin û pişti du hefteyan hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN