Sazî û rêxistinên Êzîdiyan bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên PDK’ê yên li Şengalê şermezar kirin û gotin, “Em ê ti carî li hemberî vê siyaseta PDK’ê ya li dijî Êzîdiyan û Şengalê bê deng nemînin.”

Li ser navê Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ), Meclîsa Gundên Êzîdiyan li Bakur, Mala Êzîdiyan li Kantona Cizîrê / Rojava, Komeleya Êzîdiyan li Kantona Efrînê / Rojava, Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyeyê (HÊS) û Mala Êzîdiyan li Sîegenê daxuyaniyeke hevpar hat weşandin.


‘PDK’ê qedera xwe bi AKP’ê ve girê daye‘

Saziyan dan xuyakirin, ku piştî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû Tirkiyeyê, PDK’ê komek ji çekdarên xwe şand Şengalê, ji bo li dijî vîna Êzîdiyan a azad û xweser derkevin û nakokiyan di nava Êzîdiyan de derxînin.  Ev provokasyon di encama serdana serokê PDK Mesûd Barzanî ya dawî ji bo Enqere de tê. Barzanî li ser talîmatên Erdogan û AKP’ê soza şerê li dijî Şengal û Rojava daye. Ev yek di serdana Binali Yildirim ya ji bo Hewlerê jî xuya bû. Gefên ku Yildirim li Rojava û Şengalê xwarin û bêdengiya Berzanî, nîşana karekî tarî yê li dijî vîna Gelê Kurd bû.”
 



Banga li gelê Kurd û civaka navneteweyî

Sazî û rêxistinên Êzîdiyan bang li tevahiya gelê Kurd û civaka navneteweyî kirin, ku li dijî vê provokasyonê helwestê nîşan bidin, zextê li PDK’ê bikin, ku vîna Êzîdiyan a xweser nas bikin û dest ji helwesta xwe ya dijminane li hemberî Şengalê berde.

Saziyên Êzîdiyan ji partiyên Başûr jî xwestin, ku hesabê hevkariya ku PDK li gel AKPê dike, bixwazin.


Li dij vê îxanetê bêdeng nemînin


Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em wek rêxsitinên civaka Êzîdî her weha diyar dikin, ku em ê ti carî li hemberî vê siyaseta PDK ya li dijî Êzîdiyan û Şengalê bê deng nemînin. Em ê li ser hemû astên diplomasî têkevin nava liv û tevgerê û hemû cîhanê bi vê zilma ku PDK li ser Êzîdiyan dimeşîne, bihisînin. Em ti carî gelê xwe li Şengalê li hemberî hevkariya PDK û AKP a hevalê DAIŞ‘ê, bi tenê nahêlin. Em bang li gelê xwe, bi taybet yê li Ewropa dikin ku li hember vê îxanetê dengê xwe bilind bikin û derkevin qada.” 


NAVENDA NÛÇEYAN




Ev şerê xiyanetê ye


Li di êrîşa li ser Şengalê siyasetmedarên Êzîdî jî nerazîbûneke tund nîşan dan. Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta, Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî, Parlamenterên HDP’ê yên Êzîdî Feleknas Ûca û Alî Atalan xwesin êrişan werin rewestandin. 

Sozdar Avesta (Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê): “Ev êrîşkar di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê reviyan û gelê Êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê re hiştin. Paşê di bin navê mexdûriyeta Êzîdxanê de gelek çek û cebilxane û destek ji welatên cîhanê girtin. Niha jî bi van çekan êrîşî gelê Êzîdî dikin. Armanc zelal e. Li Minbicê ketin tevgerê de, Ii Girê Spî jî amadekarî hene. Niha jî dixwazin îradeya Şengalê bişkînin û xwe li wir bicih bikin. bi vê yekê re armanc dikin Şoreşa Rojava bifetisînin. Cihê wan li wir tune ye. Kî ENKS’ê bi çek kiriye û li wir bicih kirine. Pêwîste yekser mudaxele bê kirin û çeteyên xwe ji wir vekşînin. Dixwazin gelê Êzîdî ji wir derxin. Ev plan ji 2007’an de di rojevê de heye. Di 2014’an de bi Feremana 3’yê Tebaxê re xwestin gel qir bikin lê gel neçû. Ma qehremanî ewe ku çadirên Êzîdiyan bidin ber tang û topan. Ev berovajîkirina rastiyan e. Dixwazin êzîdiyan tune bikin. Tu şervanekî PKK’ê li Xanesorê tune ye. Şervanên HPG/YJA-Star’ê niha li bereyên pêş ên şer de, li hember DAIŞ’ê şer dikin.”


Zekî Şengalî (Endamê Koordînasyona Şengalê): “Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe. Êrİşên çeteyên PDK-TC ên li dijî Şengalê, ‘şerê xiyanetê’ ye.“ 

Viyan Hebab (Fermandarên YJŞ’ê): “Weke hêzên YBŞ-YJŞ’ê em baş dizanin bê li pişt van êrîşan kî hene û armanca van êrîşan çi ye. PDK dixwaze YBŞ-YJŞ’ê têk bibe û ji Şengalê derxîne. Lê belê wê PDK ti carî vê yekê bi ser nexîne. Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe.”

Feleknas Uca (Parlamentera HDP’ê): “Îro qala kongreya yekîtiya neteweyî tê kirin, lê PDK şerê birakujiyê dide destpêkirin. Pêşmergeyên PDK’ê û çeteyên Tirkiyeyê ketine nava axa Şengalê û êrîşî gel dikin. Ev yek xiyaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd e. PDK li şûna ku li dijî DAIŞ’ê şer bike û gundên di destê DAIŞ’ê de ne rizgar bike, vê êrîşê dike. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em bang li hikûmeta PDK’ê dikin ku şerê birakujiyê biterikîne, li dijî gelê xwe şer neke. Li dijî DAIŞ’ê şer bike. Me 3’ê Tebaxê ji bîr nekir, em ê îro jî ji bîr nekin.”

Alî Atalan (Parlamenterên HDP’ê): “Bi van êrîşan re tê xwestin, Êzîdî ji cih û warên xwe bbin û ji nû ve koçî Ewropayê bikin. Di rewşekê de ku DAIŞ li ber tinebû ye, hêzên ku fîşekek bi tenê jî li hemberî DAIŞ’ê neteqandine, niha êrîşî Êzîdiyan dikin. Ya ku DAIŞ‘ê nekarî bikira, ev hêz hewl didin bikin. Vê yekê li ser navê kê dikin bila bikin, ti cudahiya wan ji DAIŞ‘ê nîne.Di serî de Êzîdî, lazim e hemû hêzên demokratîk li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û dakevin kolanan. Divê li hemberî van hêzan û yên li pişt wan, helwestê nîşan bidin. Wê ti carî bi ser nekevin. Civaka mazlûm, wê heta dawiyêa xwedî li çanda xwe ya hezaran salan derkeve.”

Asya Ebdullah (Hevseroka PYD’ê): ” Ev hemû konsepteke dijî şoreşa Rojava ye. Dewleta Tirk dixwaze bajarê Minbicê dagir bike. vê re hemwext pêşmergeyên PDK’ê êrîşî Şengalê dikin. Ev hewldan ji bo hemû gelên herêmê metirsiyek mezin in. Cîhanê hemû şahidiya qurbaniyên ku di oxira rizgarkirina Şengalê de hatin dayîn kiriye. Di demeke ku Erdogan gefa dagirkirina Minbicê dide, PDK’ê çekdarên xwe ku bi salane perwerde kiriye dişîne Şengalê. Ev ji bo deskeftiyên gelê Kurd li herêmê xetereyeke mezin e. “