Parlamenter Salar Mehmûd bilêv kir ku divê PDK hişyar be û wiha got: “Pêwîste PDK di vê mijarê de pir hişyar be. Hemû karînên hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel ji bo berjewendiyên Rojava bikarbîne. Divê em ligel wan bibin alîkar, ji bo ji rûbirûbûna ligel DAİŞ, Cebhet el-Nûsra û aliyên din ên dijberê gelê Kurd biparêzin. Em piştgiriya ciwanên xwe yên li Rojava dikin. Em silav li pêşmergeyên qehreman ên li Rojava dikin. Divê aliyên siyasî yên Rojava jî bi giyanî berpirsyartiyê tevbigerin. Yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Rojava de serkeftina wan mîsoger dike.”
Parlamenterê YNK’ê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd bal kişand kişand ser daxuyaniyên PDK’ê yên bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dayîn û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Gelek caran siyaseta hizbî bi navê hikûmet û vîna gelê Kurdistanê tê nîşan dan. Ev tenê siyaseta aliyekê ye. Em weke parlamenterên YNK’ê, çi dema rûniştinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kirin; emê hewl bidin ku rûniştinekî taybet were lidarxistin û ji bo bi awayekî fermî kantonên li Rojava werin nasandin.”
HEWLÊR