Aktîvîst û rojnamevanên Dihokê li dijî wezîrekî hikûmeta Adil Abdulmedhî yê  li ser lîsteya PDK’ê ku tê gotin Baasî ye rabûn.  61 aktîvîst û rojnamevanan gilî kir û got; “Nabe rê were dayîn kevne-Baasiyek bibe wezîr.“

Li gorî madeyekî destûra Iraqê ya piştî sala 2003’an, ya ku Parlamena Iraqê ew erê kir, nabe bi ti awayî Baasiyekî kevin di hikûmet û parlamena Iraqê de erk bigire. Lê, di kabîneya nû ya Adil Abdulmehdî de, du wezîr hene ku tê îdîakirin kevne-Baasî bin. Yek ji wan, Wezîrê Gihandinê, Neîm Rubeyihî ye û yê din jî Wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê, Bengîn Ebdullah e ku namzetê PDK´ê ye.

Namzetê PDK´ê ye

Ev yek bûye sedema nerazîbûna welatiyan. 61 aktîvîst û rojnamevanên Dihokê li dijî wezîrbûna Bengîn Ebdullah ê ser bi lîsteya PDK’ê gilî kir. Wan gilînameya xwe pêşkêşî Desteya Nîştimanî ya Lêpirsîn û Dadweriyê ya Iraqê kir.

Ev çalakger û rojnamevan dibêjin, “Em daxwazê ji desteyê dikin ku nehêlîn, kevne Baasiyê bi navê Bengîn Ebdullah Rêkanî ku namzetê PDK’ê ye ji bo Wezareta Avakirin û Nişcihbûnê bibe Wezîr. Ji ber ku ew kesekî kevne-Baasî ye ku zerar daye Iraqê û Herêma Kurdistanê.”

Nehêlin neheqî li gel bê kirin

Di gilînamyê de çalakger û û rojnamevanan bi bîr xist ku “Peywendiyekî siyasî û bazirganî ya xurt (a Bengîn Ebdullah)” bi Udeyî Sedam Hisên û hinek rayedarên Baesî yên li Kurdistanê re hebû û ew zavayê Gariq Kafî Filîh bûye ku berpirsê yekem ê Hizba Baesê li Parêzgeha Dihokê bûye. Li ser zilma wî li xelkê kirî jî, wiha tê gotin, “Li parêzgeha Dihokê, bi hevkariya Bengîn Rêkanî wî gelek zordarî li milet kir. Em hêvî dikin ku bi awayekî yasayî nêzî dosyayê bibin. Nehêlin ev neheqî li gelê Iraqê were kirin.”

 

Civaka sivîl gilî kir

Navên kesên gilî kirine jî wiha hat eşkerekirin:

Hindirîn Eşref Amêdî, Çiya Bêlazanî, Cîhan Elî Gulî, Guhdar Mihemed Emîn Zêbarî, Tahir Bamernî, Şêrwan Emîn Şêrwanî, Rêkan Reşîd Goran, Mekî Amêdî, Reza Goran, Bilal Şêx Ebdullah, Rêbaz, Kemal, Silêman Ehmed Xalid, Mensur Nurî Mirurî, Besam Şikak, Hekîm Mihemed Siyabend, Ebas Hesen Birîfkî, Mihmed Mişîr Ebdulrehman, Harîwan Îsa, Eyhan Seîd, Nadir Namo, Ferhad Elî Gulî, Kazim Şukirî Xidir, Mihemed Sedîq Amêdî, Yuasif Gilnaskî, Mêvan Seîd Beruşkî, Behzad Silêman, Behzad Pîrmûz, Ekrem Xalid Ebdulkerîm, Osema Mehmed, Arî Nakam, Hişyar Îsmaîl Hesen, Sêvê Nihêlî, Mihemed Mistefa Mihemed, Elî Ebdulrehman Hisên, Kovan Emîn Ebdulkerîm, Çekvan Fiqî Ezîz, Mihemed Dergelî, Şivan Receb, Nizar Bêcan, Lutfî Ehmed Doskî, Yusif Cewad Herkî, Bêstun Berwarî, Sîmad Îsmaîl Gulî, Îshan Ebdulselam Bamernî, Nîmet Nacî Amêdî, Lawîn Koçber, Nîşan Amêdî, Ebdulezîz Teha Nihêlî, Dilovan Receb Îbrahîm, Kevgîvan Spîndarî, Beyar Amêdî, Dilovan Hisên, Beyar Gulî, Têlî Reşîd, Ravo Şerîf, Kamil Ebdulrehman, Vegêr Nihêlî, Kanîwar Ertîsî, Partîzan Sindî û Berev.”

 

ROJNEWS/DIHOK