PDK´ê  ji bo xwe ji nerazîbûna di warê ‘Brakujiyê’ de paqij bike ketiye nava hewildanan. Rêveberên PDK´ê û kesek li ser navê dewleta Tirk li Sidêkanê bi xelqê re civîyan. Êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bradost a girêdayê navçeya Soran a Hewlerê dewam dikin. Artêşa Tirk rojane bi balafirên şer ên F-16 herêmê bombebaran dike. Di van bombebaranan de niştecihên heremê zirareke mezin a madî û manewî dibînin. Bi armanca pêşî li nerazîbûna gel bigre rêveberên PDK’ê û yek kesek ji niştecihên heremê ku li ser navê dewleta Tirk dixebite, li bajaroka Sidêkan a herêma Bradost di baregeha partiyê ya PDK’ê bi gel re komcivînek pêk anîn. Berpirsê Yekîneya Qada 10’emîn a Herêma Soran a PDK’ê Elî Ewnî, Midûrê Asayîşa Bajaroka Sidêkan, Şêx Husên di civînê de amadebûn. Şêx Hisên di heman demê de wek nûnerê dewleta Tirk di nava gel de dixebite.

Ji bo pêşî li nerazîbûnan bigre

Kesên tevlî civînê bûne nerazîbûn nîşanî nûnerên heremî yên PDK’ê dan û gotin: ”Ji ber nerazîbûnên gelê heremê yên der barê ‘dixwazin brakujiyê’ pêk bînin niha jî ketine nav hewildanan da ku xwe ji tîrên van nerazîbûnan bidin alî û bisitirînin.”

Heman kesan anîn ziman ku bi rojane xelqê heremê nerazîbînû nîşanî hatina peşmergeyan a heremê didin. Xelq nerazî ye, pêşmerge piştgiriya eskerên artêşa tirk bikin. Di civînê de beşdar li xwe mikur hatin wê li deverên artêşa tirk dagir bikin wê bi cih bibin. Hat ragihandin, di civînê de hatiye gotin, armanca hatina pêşmergeyan ew e, ji bo dewleta Tirk tenê di herêma Xakurkê de bimîne zêde pêş de neyê.

“Navbera xwe û dewleta Tirk baş bikin”

Hat diyarkirin ku kesê bi navê Şêx Husên jî di axaftina xwe de wekî berdevkê dewleta Tirk an jî artêşa Tirk peyiviye û gotiye, ew dixwaze xelqê heremê navbêra xwe û dewleta Tirk baş bike.

 

MA/DIHOK