Amed DICLE

Mixabin têkiliya PDK û dewleta Tirk êdî bûye mijareke kronîk. Bêyî hev dû nabin, nikarin dev ji hev berdin. Helwesta rayedarên PDK’ê ku alîkarî didin êrişên dewleta Tirk vê yekê careke din piştrast kir.

Em bala xwe bidin çend bûyerên dawî û hin tiştan bi bîr bînin.

Sala borî rêveberiya Başûrê Kurdistanê referandum pêk anî. Herî zêde kî li dijî referandumê daxuyanî da?

Bêguman Erdogan.

Erdogan di pêvajoya referandumê de heneken xwe bi birêz Mesud Barzanî kir, li dijî referandumê derket û çi ji dest hat kirin.

Her wiha bi Bexdayê re ji bo ku êrişî Başûr bikin kete nava têkiliyan.

Piştî referandumê Kerkûk û derdor hatin dagirkirin. Yê ku dîsa bi vê yekê herî zêde kêfxweş bû serokkomarê Tirk Erdogan bû.

Erdogan û rêveberên din ên dewleta Tirk, gelek caran bi awayekî eşkere gotin, ew li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ne û eger ji dest were ewê xira bikin. Gotin, wan di destpêkê de xeletî kiriye ku rê dane tiştek wiha, ji ber vê sedemê ew ê li Sûrî jî nekevin nava vê xeletiyê û êrişî Kurdan bikin.

Û êriş kirin jî. Wan gelek caran gotin, ‘em ê nehelên Kurd bibin xwedî maf.’

Li ser vê konseptê êrişî Efrînê kirin. Bi sedan sivîl qetil kirin. Jin û zarokên Kurd bi hovane kuştin. Yek rayedarekî PDK’ê ev yek şermezar nekir, rexne jî nekir.

Ka Kurditî, ka mirovatî?

Di heman pêvajoyê de êrişên li hemberî Başûr jî zêde kirin. Tenê îsal nêzîkî 10 sivîl hatine qetilkirin. Ev însanên ku hatin qetilkirin hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê bûn. Kurd bûn û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Lê belê rayedarên PDK’ê gotinek jî ji rêveberiya Tirk re negotin, PKK tewanbar kirin.Bi hezaran mînakê wiha hene.

Di rewşa niha de dewleta Tirk êrişên li hemberî Başûr didomîne. Hedefe sereke ya van êrişan bêgûman PKK ye. Ji ber ku bi têkbirina PKK’ê dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. PDK jî vê yekê dizane. Lê belê ji pey dewleta Tirk naqete. Ev jî zirar didê gelê Kurd.

Nêçîrvan Barzanî beriya çend rojan derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da û dîsa PKK tewanbar kir.

‘Dibêje PKK li Başûr dagirker e.’ Yanê; li gorî Barzanî leşkerên Tirk na, zarokên Kurdan li ser axa Kurdistanê dagirker in. Gelê Kurd êdî wê navekî li vê sosretê deyne. Her weke bêje; ‘Dema Saddam êrişî Helebcê kir çima Kurd wir bûn.’

Gotinên Barzanî tê vê maneyê.

Di pêvajoyek ku li ser Kurdan qirkirin tê ferzkirin de, PDK’ê helwesta xwe li cem dijminê gelê Kurd nîşan da. Ji ber vê yekê îro mafê gelê Kurd ku ne tenê dagirkeriya Tirk, hevkarên van dagirker jî protesto bikin. Em dizanin ku gelê Behdînan, Hewlêr, gelek rayedarên PDK’ê, bi hezaran pêşmerge, û ti kesekî xwedî şeref li gel dijminên xwe cih nagire. Ew jî ji vê helwesta rêveberiya partiya xwe aciz in. Fedî dikin. Lê belê divê dengê xwe bilind bikin.

Dawiya dawî dagirkerî wê li Kurdistanê têk biçe. Her çi dibe wê têk biçe. Dagirkerî ti carî û li ti welatî bi serneketiye. Lê kesên ku li ser vê axê dimînin, divê sibêroj karibin bi serbilindî û bi rûmet li çavên zarokên xwe binêrin. Rêveberên PDK’ê jî dixwazin çawa û bi çi navî di rûpelê dîrokê de werin nivîsandin ew dizanin. Mixabin têkiliya PDK û dewleta Tirk êdî bûye mijareke kronîk. Bêyî hev dû nabin, nikarin dev ji hev berdin. Helwesta rayedarên PDK’ê ku alîkarî didin êrişên dewleta Tirk vê yekê careke din piştrast kir.

Em bala xwe bidin çend bûyerên dawî û hin tiştan bi bîr bînin.

Sala borî rêveberiya Başûrê Kurdistanê referandum pêk anî. Herî zêde kî li dijî referandumê daxuyanî da?

Bêguman Erdogan.

Erdogan di pêvajoya referandumê de heneken xwe bi birêz Mesud Barzanî kir, li dijî referandumê derket û çi ji dest hat kirin.

Her wiha bi Bexdayê re ji bo ku êrişî Başûr bikin kete nava têkiliyan.

Piştî referandumê Kerkûk û derdor hatin dagirkirin. Yê ku dîsa bi vê yekê herî zêde kêfxweş bû serokkomarê Tirk Erdogan bû.

Erdogan û rêveberên din ên dewleta Tirk, gelek caran bi awayekî eşkere gotin, ew li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ne û eger ji dest were ewê xira bikin. Gotin, wan di destpêkê de xeletî kiriye ku rê dane tiştek wiha, ji ber vê sedemê ew ê li Sûrî jî nekevin nava vê xeletiyê û êrişî Kurdan bikin.

Û êriş kirin jî. Wan gelek caran gotin, ‘em ê nehelên Kurd bibin xwedî maf.’

Li ser vê konseptê êrişî Efrînê kirin. Bi sedan sivîl qetil kirin. Jin û zarokên Kurd bi hovane kuştin. Yek rayedarekî PDK’ê ev yek şermezar nekir, rexne jî nekir.

Ka Kurditî, ka mirovatî?

Di heman pêvajoyê de êrişên li hemberî Başûr jî zêde kirin. Tenê îsal nêzîkî 10 sivîl hatine qetilkirin. Ev însanên ku hatin qetilkirin hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê bûn. Kurd bûn û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Lê belê rayedarên PDK’ê gotinek jî ji rêveberiya Tirk re negotin, PKK tewanbar kirin.Bi hezaran mînakê wiha hene.

Di rewşa niha de dewleta Tirk êrişên li hemberî Başûr didomîne. Hedefe sereke ya van êrişan bêgûman PKK ye. Ji ber ku bi têkbirina PKK’ê dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. PDK jî vê yekê dizane. Lê belê ji pey dewleta Tirk naqete. Ev jî zirar didê gelê Kurd.

Nêçîrvan Barzanî beriya çend rojan derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da û dîsa PKK tewanbar kir.

‘Dibêje PKK li Başûr dagirker e.’ Yanê; li gorî Barzanî leşkerên Tirk na, zarokên Kurdan li ser axa Kurdistanê dagirker in. Gelê Kurd êdî wê navekî li vê sosretê deyne. Her weke bêje; ‘Dema Saddam êrişî Helebcê kir çima Kurd wir bûn.’

Gotinên Barzanî tê vê maneyê.

Di pêvajoyek ku li ser Kurdan qirkirin tê ferzkirin de, PDK’ê helwesta xwe li cem dijminê gelê Kurd nîşan da. Ji ber vê yekê îro mafê gelê Kurd ku ne tenê dagirkeriya Tirk, hevkarên van dagirker jî protesto bikin. Em dizanin ku gelê Behdînan, Hewlêr, gelek rayedarên PDK’ê, bi hezaran pêşmerge, û ti kesekî xwedî şeref li gel dijminên xwe cih nagire. Ew jî ji vê helwesta rêveberiya partiya xwe aciz in. Fedî dikin. Lê belê divê dengê xwe bilind bikin.

Dawiya dawî dagirkerî wê li Kurdistanê têk biçe. Her çi dibe wê têk biçe. Dagirkerî ti carî û li ti welatî bi serneketiye. Lê kesên ku li ser vê axê dimînin, divê sibêroj karibin bi serbilindî û bi rûmet li çavên zarokên xwe binêrin. Rêveberên PDK’ê jî dixwazin çawa û bi çi navî di rûpelê dîrokê de werin nivîsandin ew dizanin.