Li dijî Rojava dewleta Tirk û hevalbendên xwe di nava pîlanên qirêj de ne. AKP hewl dide bi rêya hin alavên din, şerê xwe yê ji bo têkbirina Rojava xurtir bike. Vê carê ne El Nûsra û DAIŞ, lê hin komên çete yên "artêşa azad" û aliyên Kurd yên xwefiroş, dixwaze bixe nava tevgerê. Di vê dema dawî de PDK û derdora wê li dijî Rojava daye xebitandin. AKP dixwaze eniyeke dijberî Rojava ji komên çete, komikên Kurdên hevkarên çeteyan ku bingeha vê eniyê Hewler û PDK be, ava bike.

Daxuyaniyên dijminane yên ku li ser zimanê serokê PDK´ê Mesûd Berzanî vê dema dawî li Rojava hatine dayin, nîşanên vê pîlana AKP´ê diyar dike. Ev yek her weha nîşan dide ku PDK cidî difikire bi şêweyekî eskerî tevî dagirkeriya Tirkiyeyê ya xaka Rojava bibe. Mesûd Berzanî daxuyniyeke tûj li dijî bûyereke neqewimî, belav kir. Wî gef li rêvebiriya Rojava xwar ku qaşo li bajarê Amûdê ala Başûr ji aliyê hin kesan ve hatiye şewitandin. Ev bûyer jixwe qet neqewimiye. Lê Berzanî ew ji xwe re kir behane da ku bi rêya wê mudaxeleyeke eskerî ya hêzên xwe li gel artêşa Tirkan, li dijî gel û serweriya Rojava, rewa bike. 

Di heman demê de ku Berzanî daxuyanî li dijî Rojava dida û gef dixwarin, serokê "Itîlafa" Sûriyê, ku hêza muxalefeta nijadperest a alîgera terorê ye, li Hewlerê bû. Enes El- Ebda piştî hevdîtinekê bi Berzanî re, doza "beşdarbûna pêşmergeyên Rojava di nava hêzên Mertala Firatê li Cerablus û El Babê" kir û diyar kir ku ew ê kêfxweş bibin, eger ev "pêşmerge bi hêzên şoreşê re şerê cûdaxwazan" bikin! Şûnamayên ENKS´ê jî ji bo vê yekê desteka xwe diyar kirin û ji Berzanî xwestin ku ew pêşmergeyan bişîne nava çeteyên "Itîlafê" ji bo şerê QSD´ê.

Neyarên Rojava û doza Kurd hemû li derdora PDK kom bûne. Ji "Itîlafa" terorîst, heta bi hêzên çete yên AKP´ê heta bi serokeşîrên Ereb ên Mûsilê ku bi hevkariya rejîma Sedam û DAIŞ´ê tê nasîn. Van serokeşîrên ku niha AKP wan li dijî Êzdiyan û statûya Şingalê bi rêxistin dike, daxuyaniyek li dijî Rojava belav kir. Wan di vê daxuyaniyê de hêrsa xwe li dijî "bûyera şewitandina ala Kurdistanê" diyar kir! De werin li vê sosretê binêrin!

PDK xwe tam sipartiye AKP´ê. Ev AKP´ya ku hevkariya DAIŞ´ê dike. Ya ku di dema êrîşa DAIŞ´ê bi ser Başûr ve, PDK bi tena serê xwe hişt û yek gule nedayê. Ya ku niha hemû cîhan dîktatorî û komkujiya ku ew li himberî Kurdan, hêzên demokrat, çapemenî û rojnamevanan dimeşîne, şermezar dike. AKP´ya ku Bakur hilweşand, bi hezaran sivîl kuştin û Rojava jî bi rêya DAIŞ´ê talan kir. PDK bûye amûra di destê AKP´ê û Erdogan de, herdu dijminên gelê Kurd. 

PDK ji bo şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê û HDP´ê hemû cûreyên hevkariyê bi AKP´ê û Erdogan re dike. Hêzên marjînal yên li Bakur xurt dike. Di Medya xwe de nihêrînên AKP´ê û Kurdên xwefiroş belav dike û tevgera Kurdan ji vê kuştin û talankirinê berpirsyar digire. Her wiha, li Rojava ew alîkariya ENKS´ê ya hevkara Cebha El Nûsra û hêzên çete, dike. Li dijî QSD û PYD´ê di warê diplomasiyê de kampanya reşkirinê dimeşîne û di warê aboriyê de jî ambargoyê dişidîne. Niha PDK bi tena serê xwe maye. Di nava hêzên Kurdistanî de hatiye îzolekirin. Li Başûr YNK, Gorran û Hereketa Îslamî li dijî wê derdikevin. PDK ya ku serokê Parlamena Kurdistanê ji Hewlerê qewirand û artêşa Tirkan anî li derdora Şingalê bi cih kir, êdî bûye barekî giran li ser neteweya Kurd. PDK ya ku tenê desthilatdariyê li Dihok û Hewlerê dike, ji ber qewmînên li heremê, dîn û har bûye. Ew dixwaze hebûna xwe li ser bingeheke nedemokratîk dewam bike. Dewleta Tirk ji hundir ve diherife û li ber têkçûnê ye. Aboriya wê xerab bûye û hemû welatên cîhanê êdî jê bêzar bûne. Kesek dostê wê nemaye ji bilî PDK û Berzanî. AKP dixwaze Kurdan bi hev bide kuştin û wan çend sed ciwanên Kurd ên ku PDK ew bi rêxistin kirine, ji bo alîkariya çeteyên xwe li Cerablusê, li dijî QSD´ê bi kar bîne. Eger PDK destekê bide AKP´ê, xiyanetek nebûyî li doza Kurd bike.

Berxwedana Kurdan li dijî AKP/Dewleta Tirk divê li gorî dijwariya vî şerî be. Divê AKP bersiva van hemû komkujiyan bibîne. Niha AKP di warê aborî û diplomasiyê de tengav e. Loma divê sûd ji vê qelsiya AKP´ê were dîtin û Kurd û tevgera xwe bi hemû hêza xwe tekoşîna jiholêrakirina AKP´ê bikin. Divê sûd ji nakokiyên hêzên derve yên bi AKP´ê re were girtin. Divê kezeba AKP´ê bişewite, wek çawa ku wê ya Kurdan şewitandiye. Dema vê yekê jî hatiye, çimkî dewleta Tirk qels û bêzar bûye. Aborî û eskerî têk çûye û her roj zêdetir têk diçe…