Parlamentera Iraqê ya Kurd, Rengîn Ebdullah diyar kir ku ji derveyî koma PDK’ê, îro komên Kurdî li Parlamentoya Iraqê, vegerin Bexdayê û tevlî rûniştina parlamenê bibin. 

Biryar e ku Parlamena Iraqê hefteya bê li ser projeqanûna budceya 2018’an ya Iraqê guftûgoyan bike. Lê nerazîbûna Kurdan ji ber para Kurdan ji sedê 17´ê daket ji sedî 12,6´an, dewam dike. Der barê mijarê de parlamentera YNK’ê li Parlamena Iraqê Rengîn Ebdullah got, PDK’ê bi fermî diyar kiriye ew venagere Bexdayê û wiha peyivî: “Me parlamenterên din biryar daye ku sibe vegerin Bexdayê û tevlî rûniştina Parlamena Iraqê bibin. Hewl bidin parastina mafê Kurd a di projeqanûna budceyê ya 2018’an de bikin.” Rengîn Ebdullah wiha dewam kir; “Em bi tenê nikarin tiştek bikin. Divê şandek taybet û bi ezmûn ji herêmê biçe Bexdayê û li ser kêmaniyên para Kurdan di budceya 2018’an de guftûgoyê bike. Beriya ku proje li parlamenê bê guftûgokirin, para Kurdan bê duristkirin. Heta niha Ebadî pêşwazîkirina li şandeke Kurdan neaniye ziman. Ji bo pêşwazîkirina şandê jî merc ew e ku encama referandumê bê betalkirin. Ev jî mercek giran e. Niha li Bexda guftûgo heye ku ev merc bê rakirin û guftûgo dest pê bike.”

Li ser şandina mûçeyê meha Mijdarê yê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Rengîn Ebdullah got, “Zehmet e Ebadî mûçeyê meha Mijdarê bişîne. Ji ber ku pirsgirêk li ser lîsteya mûçexwirên herêmê heye. Heta ku lijneyeke Wezareta Darayî ya Iraqê yan jî hikûmeta Iraqê lîsteyê lêkolîn neke, Ebadî naxwaze mûçeyan bişîne.” 


ROJNEWS / SILÊMANÎ