Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa diyar kir ku PDK û Tirkiyeyê bi hev re deriyên sînor girtine û dixwazin gelê Rojava teslîm bigirin. Îsa got, "Lê wê nikaribin bi ser kevin."

Gêlo Îsa destnîşan kir ku ENKS ya pişta xwe dispêre PDK'ê, ti elaqeya xwe bi gelê Rojava re nemaye.

Der barê ENKS'ê û nêzîkatiya wê de Gêlo Îsa ev tespît kir: "ENKS rêxistinbûyînek e ku ti hêza xwe ya siyasî nemaye. Koma bi navê 'pêşmergeyên rojava' jî rêxistinbûyîneke yekser bi Barzanî û PDK'ê ve girêdayî ye û hemû perspektîfên xwe ji Barzanî û PDK'ê werdigire.”


‘ENKS’ê ti çarî parastina Rojava nekiriye’

Gêlo Îsa got, ENKS ketiye nava rewşeke dijberê armanca xwe ya damezrandinê û weha peyivî: “ENKS jixwe ti carî neketiye nava helwesteke parastina Rojava û gelê Kurd. Di vî warî de nebûye xwedî ti plan û projeyê. Dema li Rojava têkoşîneke bê eman dihat meşandin, ENKS li Stenbol û Riyadê li otelên 5 stêrkî bi cih bûbû û bi tenê daxuyanî didan. Di dema vê têkoşîna bêhempa de hewl dida şoreşa Rojava û destketiyên dîrokî yên gelê Kurd reş bike.”


‘Di nava komên çeteyan de cîh digire’

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa diyar kir ku ENKS tenê bi kampanya reşkirinê sînordar nemayê û got, “Ew bû parçeyek ji êrîşên li hemberî şoreşa Rojava, mora xwe danî binê komkujiyên li hemberî Kurdan. Mînak; komên ser bi ENKS'ê di nava Koalîsyona Sûriyeyê de êrîşî gelê Kurd ê li taxa Şêx Meqsûd dikin.”

Gêlo Îsa da zanîn ku komên çekdar yên ENKS'ê ne tenê li taxa Şêx Meqsûd, di bin navê 'Neviyên Selahaddîn Eyyûbî' de li xeta Efrîn-Ezazê êrîşî gelê Kurd û gelên din dikin.

Îsa di dewama axaftinên xwe de got, ev pêkanîn û polîtîkayên Barzanî û PDK'ê yên li hemberî Rojava, nû nînin û ev tişt gotin: “Barzanî û PDK, bi vê polîtîkayê ve dixwaze vîna gelê Rojava bişikîne. Beriya niha tevî dewleta Tirk li ser xeta sînor xendek kolan. Hewl dan çeteyên DAIŞ û koalîsyona Sûriyeyê yên li Til Hasil û Til Eranê komkujî kirin, mafdar nîşan bidin."


‘Barzanî dixwaze gel koçber bike’

Gêlo Îsa bibîr xist, ku deriyê sînor ê Sêmalka gelek caran ji aliyê Barzanî û PDK'ê ve hat girtin û got, "Lê belê bi ti awayî nikarîbûn vîna gelê Rojava bişikînin, nikarîbûn teslîm bigirin. Di meha Sibatê de jî piştî ku dewleta Tirk deriyê sînor ê Murşîtpinarê girt, yekser Barzanî û PDK'ê jî deriyê sînor ê Sêmalka girt. Bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka ve, dixwaze zextê li herêmê bike, gel bi birçîbûnê terbiye bike an jî koçber bike. Bi vî rengî hewl dide vîna me bişikîne. Em ê ti carî serî li ber pêkanînên bi vî rengî netewînin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa di dewama axaftinên xwe de got, Tirkiyê, Barzanî û PDK bi polîtîkayên xwe careke din nîşan dane ku ew dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin  û weha dawî li gotinên xwe anî: “Eger rewş ne bi vî rengî be, bila Barzanî û PDK deriyê sînor ê Sêmalka ji bo xizmeta gelê Rojava veke."



MAHÎR YILMAZKAYA/ANF/KOBANÊ