Gelê Şengalê, ku di fermana 3´yê Tebaxa 2014’an de koçber bû, pêl bi pêl li cih û warê xwe vedigere. Welatiyên Şengalê, tevî hemû astengiyan jî banga vegerê li Şengaliyên koçber ên mayî dikin. 

Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, koçberên li kampan dest bi vegerê kir. Têkildarî vegerê, Şengaliyên ji kampên li bajarên Başûrê Kurdistanê vedigerin banag vegerê li yên li wargehan mayî dikin.

Merwan Reşo yê ji Kampa Bêrsîvê ya Zaxo hatî, got, “Ev tam 3 sal bû em derbasî Başûrê Kurdistanê bûbûn. Zivistan û havînê, jiyana me li binê konan gelekî zehmet bû. Piştî ku cih û gundên me ji aliyê şervanan ve hatin rizgakirin, em ketin nava hewldana vegera ser mal û warê xwe. Mirovên me yên li bajarên Başûrê Kurdistanê amadekariyên xwe dikin û rojane vedigerin. Veger çiqasî zû be ewqasî baş e. Ji ber ku cihê herî ewle mala wan e.”

Casim Memo jî qala vegera xwe kir û got, “Em jî hatine ser mal û xaniyên xwe. Di rê de em ji gelek nuqteyên asayîşa PDK’ê derbas bûn. Gelek pirs ji me dikirin, pirsên mîna hûn ji ku tên? Hûn ê biçin ku? Ji bo çi hûn hatine? dikirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Casim Memo ev bang kir: “Li pey malê dinê neçin, werin ser axa xwe û warê xwe ava bikin.”

Dayik Mûhbet Mûrad jî got, “Em li ser axa bav û kalan a pîroz a Şengalê hatine dinê. Bi saxî yan mirî em dixwazin li ser axa xwe bin. Vegerin ser axa xwe, ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Eger em qedir û qîmetê axa xwe zanibin, em ê xwedî li vê axê derkevin.”


ARGEŞ ŞENGALÎ / SALIM EMO/ANF/ŞENGAL