Rojnameger û edîtorê kovara Livîn, Ehmed Mîre ragihand ku şerê Şengalê berî niha hatiye plankirin û beşek ji projeya PDK’ê û Tirkiyeyê ye û got, “PDK di vî şerî de nûnertiya Tirkiyeyê dike.”
Nerazîbûnên li dijî êrîşa komên çekdar ên ser bi PDK’ê ya 3’ê Adarê ya li dijî Şengalê, her diçe zêde dibin û hemû beşên civaka Kurdistanê nerazîbûna xwe ya ji vî şerî tînin ziman.
Têkildarî mijarê Rojnameger û Edîtorê kovara Livîn, Ehmed Mîre got, “Ev şer beşek ji projeya şerê navxweyî ye ku PDK´ê di salên 60’î de nûnertiya beşek ji vî şerî kiriye.”
Ehmed Mîre armanca êrişê weke şikandina rûmeta serkeftinên hêzên PKK’ê li wê herêmê bi nav kir û wiha peyivî: "Ji vê jî zêdetir şikandina hêza Kurd a di şerê li dijî terorê de ye. Ev pêkanîna armancên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn e."
Ehmed Mîre da zanîn ku ev şer ji bo Kurdan şermeke siyasî û neteweyî ye û wiha pê de çû: “Di heman demê de ji bo PDK’ê şermeke siyasî û neteweyî ya pirr mezin e. Min berî niha jî gotibû, ev şerê ku li Şengalê rûdaye, temamkerê projeya xiyanetkariya PDK’ê ya di salên 90’î de ye, nûkirina şerê navxweyî ye."
Ehmed Mîre anî ziman ku ev şer "xizmeta DAIŞ’ê û dijminên Kurdan dike" û wiha dewam kir: "Xizmeta Kurd û Şengalê nake. Ev şer berî niha hatiye plankirin. Beşek ji projeya PDK’ê û Tirkiyeyê ye ku li Bakurê Kurdistanê li dijî rêveberên Kurdan hatiye kirin. Ango şerek e ku PDK tê de nûnertiya Tirkiyeyê dike. Ev ne şerê birakujiyê ye. Ev lihevkirinek e di navbera Erdogan, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de."
Ehmed Mîre dawiyê got, "Ev şerekî li dijî stratejiya PKK’ê û hêzên ser bi PKK’ê ye û ji hêzên siyasî yên Başûr jî dibihure."
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ