Li gor berjewendiyên dagirkeran e
Têkildarî kolandina xendekên li ser sinorê Rojava û Herêma Kurdistanê ya ji aliyê PDK’ê ve kiyanî bi awayek tund ev kiryarên PDK’ê rexne kir û wiha domand; “Kolandina xendekan a ji aliyê PDK’ê ve li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê, li gorî min siyaseta yek partî û siyaseta malbata Barzanî ye. Divê polîtîkaya vê malbatê ti şêweyî neyê pejirandin. Ji ber di roja me de, di Rojhilata Navîn de derfeta herî mezin û dîrokî ket destê gelê Kurd. Divê em hemû bibin yek û van derfetên zêrîn bi awayê herî baş û herî bi sûd jibo berjewendiyên gel û welatê xwe bikarbînîn. Bitaybetî ev derfete li Rojavayê Kurdistanê ketiye destê gelê Kurd de û divê partî û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava ku em bikaribin bigihin serkeftinê û xwe bi hemû cîhanê bidin pejirandin.”
Serkeftin ya hemû Kurda ye
Kiyanî balkêşand ser nêzîkatiyên dawî yên PDK’ê li hember Rojava û wiha got; “Dema ku me karî li Rojava bi temamî serbikevin ewê ji bo Başûrê Kurdistanê jî wê bibe hêzek bê hempa. Heman tişt ji bo Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê jî derbaz dibe. Bes rewşa niha li Rojava heyî ji ber ku ne di berjewendiyên PDK’ê de ye û polîtîkayên di berjewendiyên malbatekê de ku dixwazin li Rojava bêxin di pratîkê de û nikarin di vê armanca xwe de serbikevin, ji ber wê jî serî li hemû rê û rêbazên xwe yên paşverû dide ku Rojava bê hêz bike. Divê PDK dawi li destwerdan û politikaya xwe a li dijî Rojava bîne û hemû partî û rêkxistinên civakî yên Kurd li dijî vê bibin xwedî helwest.”
Herwisa Kiyanî têkildarê kolandina xendekên li ser Rojavayê Kurdistanê bang li tevayî aliyan kir û wiha got; Ez PDK’ê ji ber kolandina xendekan li ser sinorê Rojava bitundî şermezar dikim. Di vê çarçoveyê de bang li hemû gelê Kurd, partiyên siyasî û rêkxistinên civakî dikim ku ji ber kolandina xendekan li ser sinorê Rojava ji aliyê PDK’ê ve bêdeng neminin, helwesta xwe ya netewî aşkere bikin û vê politikaya qirêj bi tundî şermezar bikin.”
HEWLÊR