
Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Rêvîn, têkildarî polîtîkayên PDK’ê yên li Şengalê axivî û diyar kir ku her kes dizane rojane plan û pirojêyên PDK’ê yên li ser gelê Şengalê têne guhertin û got: „Di guhertina planên xwe de qet berjewendiyên Êzîdiyan li ber çavan nagirin.„
Sekeftinên mezin di yekîtiyê de ne
Rêvîn, anî ziman ku heger PDK ji dil amade bûya ku ji bo yekîtiya gelê Kurd an jî ji bo yekîtiya Êzîdiya tev bigeriya, niha guhertinên pir mezin di nava Kurdistan û bi taybet jî di Şengalê de çêbûna. Rêvîn, bal kişand ser projeyên PDK’ê û got: “Ev berjewendiyên wan ên niha xebatên xwe li gor wan dimeşîne yan jî dide meşandin hemû dikevin xizmeta dijmin. Bi vê sekna xwe zemîna fermana 75’an vekirine. Em wek hêzên YBŞ‘ê deyndarê gelê xwe ne. Ji ber ku me nedikarî wê axa ku bi hezarê sala berxwedan li ser hatiye kirin, biparêzin û wan dayikên ku dîl ketine destê DAÎŞ’ê rizgar bikin. Lê me ti carî xwe bê hewldan nehiştiye jî. Dibe ku niha hatibe rizgar kirin. Lê dîsa jî em xwe dayindarê gelê xwe dibînin.”
Gelê Êzîdî niha bi rêxistin bûye
Rêvîn, li ser rewşa gelê Êzîdî û rêxistina wan jî rawestiya û wiha domand: “Niha gelê me birêxistin bûye. Em dikarin bêjin ji proje û pilanên li ser xwe famdar in û dikarin li hember her êrîşa ji derve rawastin. Ji ber ku êdî xwedî sekin û îrade ye. Îro gelê me yê Êzîdî bûye xwedî her tişt. Ji hêza leşkerî bigire heta bi meclis û komên biçûk. Divê di hemû aliyan de gelê me ye Êzîdî rehet bê hiştin. Di her alî de divê îrade wan teslîmî wan bê kirin. Ji ber gelê me nema wê yekê qebûl dike. Gel qebûl nake ku kesên cuda wan bi rêve bibe. Naxwaze îradeya wan teslîm bigirin. Em wek hêza Êzîdxanê di her alî de ji bo parastina gelê xwe amada ne. Em destûr nadin êrîşî gelê me bikin.”
Ji PDK’ê bawer nakin
Rêvîn, bal kişand li ser parastina Şengalê û wiha pê de çû: “Jixwe niha piştî hatina Heşdî El Şehbî û bêriya wê jî ciwanên me yên Êzîdî di nava pêşmergeyan de cihê xwe digirtin. Ji wan kesan gelek ji wan qutbûn û berê xwe dan nava refên Heşdî El Şehbî. Kom bi kom dev ji PDK’ê berdidin. Gel êdî kete ferqa rastiyê. Nema baweriya xwe bi PDK’ê tîne. Em wek YBŞ‘ê li dijî ne ku kes ji bo berjewendiyên xwe biçin. Em li dijî wan kesan in ku ji bo berjewendiyên gelê xwe kar nake. Em nabêjin bila her kes berê xwe bide me û di nava me de cihê xwe bigire. Tişta em dixwazin rêya rast esas girtine. Em dixwazin yekitiya Êzîdiyan esas bê girtin. Niha gelê me di hundirê xwe de bûye hezar parçe. Di dema niha de dikarin di bin fermandariyeke hevbeş de yan jî dibin hêzek hevbeş de xwe biparêzin. Heta niha ev pêş neketiye. Ji ber vê yekê gelê me her dem bê parastina maye. Divê gelê me ji vê fermanê encamên pir giring girtibin. Niha em werin ser hêza YBŞ’ê di her şertî de ev bû nêzî sê salin gel parastiye û wê bi parêze jî. Gelê me jî her tim bûye piştevanê şervanan û di her milî de destek û moral daye şervanan. Niha em û gel herdu jî hevdu temam dikin. Em wê yekê li ser xwe qebûl jî nakin ku gelê me ber bi tunebûnê ve here yan bi tinebûnê re rû bi rû bimîne. Wê hemû hewldanên me ew bin ku em gelê xwe bînin ser xeta rast û rêya heqîqetê.”
Di bin kontrola dewleta Tirk de ye
Li ser sekna PDK’ê jî Rêvîn axivî û got: “Sekna wan a ji bo gel bi rastî jî heta niha ti rastî îfada nekirine. Ti encamên mezin jî yen ku em bibêjin ji bo berjewendiya gel e jî tine. Em dikarin bibêjin PDK tenê bi şeklî Kurd e. Niha sekna wan û liv û tevgera wan hemû di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Li ser wî esasî ew jî êrîşî gelê me dikin. Ji ber vê yekê jî em bihêvî ne ku gelê me ye li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnê xwe li hember vê yekê bide nîşandan da ku em karibin bi azadî û wekhevî bi hev re bijîn.”
DÎHABER/ŞENGAL