
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hemleyê re hewl tê dayîn ku wekî Şoreşa Rojava bi rejîmê ve girêdayî ye bê nîşandan û bi vê yekê re jî tê xwestin ku şoreş ji bo DAIŞ’ê û hemû rêxistinê din ên çete bibe hedef. Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku yek ji armancên vê reşkirinê jî ew e ku têkiliyên xurt ên di navbera Şoreşa Rojava û hêzên din ên şoreşgerî yên Suriyê de, bêne xirabkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxuyaniyên Cîgirên Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ne di cîh dene û bêbextiyek e, her wiha êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava rewa dike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniyên Barzanî nêrîna hêzên siyasî ku rêveberiya Başûr pêk tînin nîn e û ne li gorî daxwazên gelê kurd ê başûrê Kurdistanê ye.
Şervanên Rojava
Îdîayên Barzanî yên wekî “TEV-DEM bi rejîmê re di nava têkiliyan de ye” di daxuyaniyê de hatin redkirin û wiha hat domandin: “Em aşkere dikin ku em wekî tevgerekê li siyaseta reşkirinê nameşînin. Em hewl didin bi aliyên din re li hev bikin. Lê mafê tu kesî nîn e ku bêjin têkiliya şoreşê bi rejîmê re heye. Ger ku hinek wisa bêjin jî, divê yê herî dawî dibêje Nêçîrvan be. Ji ber ku qet nebe şervanên Rojava li ser tangên dijmin bi hinceta ‘rizgarkirinê’ êrîşî bajarên kurdan nekirine. Piştî komkujî, enfal û çekên kîmyewî tu rêveberên Rojava kujerên kurdan hembêz nekirin. Tu rêveberên şoreşa Rojava leşker û tangên dijminê gelê kurd nexwestin û êrîşî hêzên din ên kurdî nekirin. Em careke din dibêjin ev daxuyanî ji bilî ku xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake, banga êrîşên çeteyan dike.”
ANF/QAMIŞLO