116 rêxistinên civakî yên sivîl bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'ê hatin cem hev û bi daxuyaniyeke çapemeniyê PDK hişyar kirin.

Di daxuyaniya li ber avahiya KCD'ê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, Hevşarêdarên Navçeyên Amedê, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes amade bûn.
Di dema dayîna daxuyaniyê de dayikên aştiyê dowîzên bi nivîsa "Em nebin yek, emê herin yek bi yek!" û "Ey Barzanî Kurdistan yeke perçe neke, ev îxanet e" hilgirtin.
Metna hevpar a 116 rêxistinên civakî yên sivîl, ji aliyê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hat xwendin.
Zumrut got, "Gelê Kurd ê ku ji gelên herî qedîm ê xaka Mezopotamyayê ye, di du sed salên dawî de bi komkujî û êşên gelek giran re rû bir û ma ye. Mêtingeran xwestiye ku dîroka gelê Kurd veguherînin dîroka qetlîam û êşan. Gelê Kurd ê ku naxwaze careke din van komkujî û êşan bijî, bi rêxistin û berxwedêriya xwe, xwe ji nû ve diafirîne."

Banga xurtkirina yekîtiyê
Zumrut diyar kir ku çavê gelê Kurd di ax û mafê ti gelî de nîne û got, "Tenê dixwaze wekî hemû gel û neteweyên din, bi nasnameya xwe di nav wekhevî û azadiyê de bijî. Li hemberî vê xwesteka gelê Kurd a însanî, demokratîk û gerdûnî, tehemul nayê kirin û êrîşên li hemberî destkeiyên gelê Kurd didomin.
Darvekirinên Îranê ku gihiştine asta komkujiyê, êrîşên li hemberî Rojava, mînakên berbiçav ên vê bêtehamuliyê ne. Di pêvajoya têkoşîna azadiyê de, gelê Kurd bi gelên din ên Rojhilata Navîn re li Rojavayê Kurdistanê modeleke mînak a Xweseriya Demokratîk ava kiriye. Divê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata navîn li van destketiyên Rojava xwedî derkevin û biparêzin. Mayîndebûyina destketiyên gelê Kurd, di heman dermê de tê wateya pêşketina aştî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî. Ji bo vê,  bihêzbûna yekîtiya gelê Kurd, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut polîtîkayên PDK'ê rexne kir û daxuyanî wiha dewam kir: "Di vê pêvajoya dîrokî de, ji bo valaderxistina êrîşên li hember destketiyên gelê Kurd, ku divê  Kongreya Neteweyî ya Kurd bihata lidarxistin û ji ber helwesta PDK’ê heta niha pêk nehatiye. Ambargoya PDK'ê ya li hember Rojava, polîtîkayên kolandina xendekan û hwd. li Hewlêr, Duhok û Zaxoyê serdegirtinên KDP ê yên li hember gelek saziyên Kurdan û dîsa binçavkirina gelek kesan û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê, bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Di bingeha xwe de ev êrîş, serdegirtin û binçavkirin li hemberî hemû sartî û saziyên gelê Kurd in. Ev serdegirtin û binçavkirin, dişibin operasyonên qirkirinên siyasî ku di bin navê KCKê de li Tirkiyeyê li hember partî, sazî û rêxistinên gelê Kurd hatibûn lidarxistin.
Tê zanîn ku di demên dawî de têkiliyên aborî û siyasî yên di navbera AKP û PDK'ê de bi pêş dikevin. Piştî van pêşketinan, pêkhatina van operasyonan watedar e.
Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê demê de, ev polîtîkayên ku zirareke mezin didin têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd, nîşaneya xeflet ye." 


Divê ji gel lêborîn bê xwestin  

Zumrut ji ber êrîşên li dijî saziyên Kurdan ji PDK'ê xwest ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û bi vî rengî dawî li daxuyaniyê anî:
"Bi van polîtîkayên xwe, PDK zirareke mezin dide dahatuya Rojhilata Navîn û siberoja gelê Kurd a azad. Divê PDK ji van polîtîkayên xwe yên şaş û li dijî yekîtiya gelê Kurd, demekê berî ya din, dev berde. Kesên ku hatine binçavkirin demek zûtirîn serbest werin berdan. Ji ber van polîtîkayên xwe yên çewt û dijberker ji gelê Kurd Em wekî saziyên sivîl ên Kurdistanî dibêjin ku, bila herkes bizanibe em ê ti carî rê nedin, feresetên siyasî ku destketiyên xwe yên aborî û malbatî, ji ser destketiyên neteweyî re digirin û zirarê didin yekîtiya neteweyî.  
Em vê helwesta PDK'ê şermezar dikin û bang li hemû saziyên civakî û siyasî yên Kurdistanî dikin ku,li hember polîtîkayên PDK'ê yên ku hêzê nadin yekîtiya neteweyî, dengên xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin."

AMED