Dora duhefte ne, bitaybetî li Silêmaniyê hewldidim ku nêrîna siyasî ya xelkê û ya siyasetmedaran hîn bibim. Partiyên Kurd ên li Başûr bona hilbijartinên parlamentoya Iraqê kampanyayan pêş dixin. Li hêlekê Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û li hêla din Yêkîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran dixwazin di parlamentoya federal a Iraqê de hejmara kursiyên xwe zêde bikin. Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) tevlî vê hilbijartinê nabe. Ev hilbijartin her çiqas bona parlamentoya Iraqê were li darxistin jî, encam wê bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê û li ser tevahiya siyaseta Kurdistanî jî bike.
Ev dora heştmehan e Başûrê Kurdistanê bê hikûmet e. PDK, Goran û YNK di parvekirina wezaretan de li hev nakin û jiber vê yekê jî heta niha nikanîn hikûmetê herêmî ava bikin. Wer xuya ye ku parçebûna hêzên Kurd di hilbijartinên Iraqê de wê destê Kurdan hên zeîftir bike. Di derbarê vê pirsgirêkê de helwesta PDK’ê xwe zêde dide pêş û avakirina hikûmeta Başûr ji ber şerê desthilatdariyê xitimî ye.
Êdî pirr aşkere bûye, ku PDK him bi siyasî him jî di hêla aborî de gorî polîtîkayên hikûmeta Tirk (AKP) tevdigere. PDK xwe ne tenê bi polîtîkayên dewletaTirk, bi yên dewletên serdestên ku dixwazin qedera xelkên Rojhilata Navîn bi destê xwe binivîsin ve entegre kiriye û bi gotin û pratika xwe helwesta hêzeke serdest nişan dide…
Polîtîkayên PDK’ê ji menfeatên neteweyî dûr in û zirarê didin destkeftiyên Kurdan ên li Bakur, Rojava û herwihayên li Başûr. Wekî tê zanîn di hilbijartinên di 30’ê Adarê li Tirkiyeyê hatin lidarxistin de PDK bi aşkereyî piştgirî da partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AKP’ê. Herwiha tê gotin; ku PDK beriya hilbijartinê ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ya ku bi rişwetxwarinê tên sûcdarkirin re 10 milyar dolar şandiye ku li hinda krîza siyasî, nekevin nava krîzeke aborî jî.
Îro PDK politikaya bêxêriyê bi taybetî li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê dixe pratîkê. Ji destpêka şoreşê vir de bona ku Kurdên Rojavayî bi têkoşîneke serbixwe bi sernekevin û bi vîna xwe jiyaneke xweser û demokratîk saz nekin, xwe tevlî hemû lîstikên qilêr û bêxêr ên herêmî û navdewletî dike. Di destpêkê de bi komên çekdarîyên bi navê dewletan li dijî Kurdan komkujiyan pêkdianîn re di eniya dijî Kurd de cihê xwe girt. Niha jî wek parçeyekî politikaya dewleta Tirk û komên girêdayî El-Qaîdeyê ya fetisandina Rojava û jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan hewldanên xwe berdewam dike, Başûr û Rojava bi çeperan ji hevdu vediqetîne.
Li hember polîtîkayên PDK’ê yên wisa bêxêr, ne tene Kurdên li Bakur û Rojava, Kurdên li Başûr jî nerazîbûna xwe nişan didin. Li Silêmaniyê û navçeyên derdora wê mirov bi hêsanî bi nerazîbûna xelkê ya li hember PDK’ê dihese. Wekî Kurdên Bakurî û Rojavayî, herwiha Kurdên Başûrî jî li hember polîtîkayên fetisandina Rojava derdikevin kolanan. Li hember polîtîkayên PDK’ê bertek û nerazîbûneke neteweyî roj bi roj bilindtir dibe. Mîna KCK’ê, herwiha YNK û Goran jî PDK’ê bi lidijîderketina berjewendiyên neteweyî rexne dikin. Helwesta KCK, YNK û Goranê li hemberî şoreşa Rojava nêzikî hevdu ye. Ev her sê tevgerên siyasî bona bipêşxistina helwesteke Kurdistanî dixwazin Kongreya Neteweyî di demeke nêz de were civandin.
Êdî bi aşkereyî tê dîtin; ku PDK her çiqas xwe li qadê navdewletî mina berdevkê Kurdan bide nasandin jî, xeynî çend bajarên Başûrê Kurdistanê, tesîra xwe ya siyasî li tevahiya Kurdistanê wenda dike.
Şexsiyetekî mûxalîf dibêje, “PDK bi polîtîkayên xwe roj bi roj dibe mîna Baas a Saddam Hûseyîn!” Heman nirxandin bona AKP’ê ya li Tirkiyeyêjî tê kirin. PDK û AKP dixwazin desthilatdariyên xwe biheman polîtîkayên otoriter û zordest xurttir bikin. Wer xuya ye ku ev her du hêz nikanin demokrasiyekî bi pêş bixin û berovajî vê yekê ew demokrasiyê bona hebûna xwe wek talûkeyekê dibinin.
Hikûmetên Tirk ên ku rastiya Kurdî red kirin û hewldan ku bi zordestiyê hebûna wan ji holê rakin, gişt bi xwe jiholêrabûn, lê berxwedana Kurdan her berdewam e. Heta îro hikûmetên Tirk bi piştgiriya dewletên serdest jî nikanîn li ser pê bisekinin; eger PDK’ê di van polîtîkayên xwe yên li dijî berjewendiyên Kurd berdewam bike, wer xuya ye ku ew ê jî bi heman qederê re rû bir û bimîne…