Civîna Polîtburoya Tevgera Gorran û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Hewlêrê bi dawî bû. Piştî civînê, aliyan daxuyaniyeke hevbeş a ji sê xalan da.
Doh şandeyên bilind ên polîtburoya Tevgera Gorran û PDK´ê li Hewlêrê li ser çend mijaran civiyan. Piştî civînê herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş da. Aliyan da zanîn ku wan biryar daye bi qonaxan peywendiyên dualî xurt bikin. Alî îdîa dikin ku ew ê peywendiyên dîplomasî, yên li gel hikûmeta federal a Iraqê û welatên derdorê û bi awayekî giştî peywendiyên dualî “di xizmeta pêşketin û parastina berjewendiyên bilind ên gel û nîştiman de” bikin.
Aliyan tifaqa xwe li ser “dirûstkirina yekgotariyê Kurdistanê” ji bo mijarên Kerkûk û herêmên bi nakok jî îfade kir. Lê axir, di dawiyê de babeta sereke yanî çêkirina hikûmeta 9´an û organên din ên hikûmî diyar e mijara sereke bûye.
ROJNEWS / HEWLÊR