Parlamentera Tevgera Goran ya parlamentoya Herêma Kurdistanê, Gulistan Seîd got, YNK û PDK li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê asteng in.
Ev 133 roj in ku hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê pêk hatine. Lê heta niha Hikûmeta Herêmê nehatiye avakirin û desteya serokatiya parlamenê jî pêk nehatiye.
Gulistan Seîd nerazîbuna xwe ji bo bipaşxistina pêkanîna hikûmetê wiha anî ziman: “Pêwîst bû pêkanîna hikûmetê û hilbijartinên desteya serokatiya parlamentoyê zûtir pêk bihatana. Ji ber pêknehatina hikûmetê valahiyeke qanûnî çêbûye. Ji ber ku dema hikûmeta niha derbas bûye. Çavê xelkê Herêma Kurdistanê li pêkanîna hikûmeta nû ye.”
Parlamen betal ma
Gulistan Seîd behsa pirsgirêkên li ber hilbijartinên desteya serokatiya parlamenê jî kir û got, “Me niha tenê erka lêkolîna pirsgirêkên welatiyan bicih aniye. Lê erkê lêpirsîna li hikûmetê yan jî erkê danîna qanûnan, erkên din yên parlamenteran in. Pesendkirina budceyê jî ji erkên parlameteran in, divê werin bicihanîn.”
Gulistan Seîd di dewamê de bal kişand ser sedema pêknehatina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê jî û got, “Mixabin PDK û YNK astengên sereke yên ji bo pêkanîna hikûmetê ne. Ji ber ku her du alî bi hev re nagihin ti encamekê, hikûmet ava nabe. Tevgera Gorran li gorî dengên xwe di hikûmetê de dixwaze bibe xwedî erk. Lê bicihanîna bernameyan di hikumetê de, ji erkan girîngtir e. PDK’ê ji me re gotiye, ew ê ji bernameya Tevgera Gorran sûdê wergire.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ