Parlementera Tevgera Goran a Herêma Kurdistanê Perwa Elî diyar kir ku wan gelek caran ji bo bidawîanîna li dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê daxwazname pêşkêşî parlemento û serokê parlementoyê kirine û got, “Divê parlemento biryara xwe ya ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûr ya di sala 2003’an de girtiye pêk bîne.”

Artêşa Tirk tevî nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê û gelek aliyên siyasî yên Kurd jî di dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de bi israr e. Parlementera Tevgera Goran diyar kir ku parlementoya Herêmê di sala 2003’an de li dijî dagirkeriyê qanûneke bi hejmara 375 derxistiye û anî zimên ku pêwîst bû  Desteya Wezîran ev qanûn pêk bianiya û Perwa wiha pê de çû: “Me çend parlementeran beriya niha daxwaznameyek pêşkêşî serokê parlementoyê kir ku rûniştineke taybet li ser dagirkeriya Tirkiye pêk bîne. Her wiha me got eger wisa jî nebe bila biryara bi hejmara 375 ya parlementoyê pêk bîne. Lê, ji ber ne li gor berjewendiyê wê partiya serdest de ye bersiva me neda.”

Herêm dagir kirine

Perwa Elî da zanîn ku ew hem weke şexs hem jî weke kom gelek caran li dijî dagirkeriya Tirk û Îranê daxwazname pêşkêşî parlementoyê kirine ku êdî êrîşên dagirkeriyê neyên kirin û wiha peyivî, “Lê, mixabin Tirkiye bi rêya PDK’ê bi sedema peymana 50 salî û berjewendiyên xwe, Îran jî li herêma Kesk bi rêya YNK’ê herêmê dagir dikin.”

Bi Qendîlê nikarin

Perwa îşaret bi dijminahiya Erdogan ya li dijî gelê Kurd jî kir û dazanîn ku Erdogan bi vî awayî hewl dide Kurdan qirr bike lê, bi êrîşkirina li ser Qendîlê re nikarin Kurdan têk bibin û her wiha nikarin Qendîlê jî dagir bikin.

 ROJNEWS/SILÊMANÎ