Endamekî HDP’ê li Diyanayê ji aliyê Parastinê (îstîxbarata PDK’ê) ve hate binçavkirin û ev sê roj in agahî jê nayê girtin. Her wiha endamê nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Mehmet Vefa Koçakli ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, hat dersînorkirin û ketina wî ya Hewlêr û Duhokê hat qedexekirin.

Endamekî HDP’ê Erdem Murat Savda ku xelkê Şirnexê ye û ji ber sedemên siyasî koçberî Başûrê Kurdistanê bûye, dema xwest di deriyê sînor ê Hecî Umran re ji bo karekî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe, ji aliyê îstîxbarata PDK´ê Parastinê ve hat binçavkirin.

Erdem ev 5 sal in ji ber doza siyasî ya dewleta Tirk lê vekiriye, neçar maye ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Careke din hat dersînorkirin

Endamê nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Mehmet Vefa Koçakli ku 1’ê Tebaxê ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, hat dersînorkirin. Koçakli piştî binçavkirina 20 rojan, destpêkê birin Duhokê, piştre jî birin Zaxo û li wir derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Piştî dersînorkirinê Mehmet Koçakli, têkildarî binçavkirin û dersînorkirinê zanyarî dan Rojnews’ê. Koçakli diyar kir ku piştî hatiye binçavkirinin êşkence li wî nehatiye kirin, lê belê cihê ku lê dihat girtin gelekî teng bû û hejmarek zêde mirovan lê dihatin girtin.

Vegera bajêr jî sûc e!

Koçakli, da zanîn ku asayîşa Hewlêrê vegera wî ya bajar wekî sedema binçavkirinê nîşan daye û jê re gotiye: “Me par tu ji Hewlêrê derxistibûyî û şandibûyî Silêmaniyê. Lê tu çima dîsa hatî?”

Koçakli, destnîşan kir ku piştî binçavkirina dirêj, asayîşê destpêkê ji wî re gotiye, ew ê wî bişînin Tirkiyeyê, lê piştre ew birine sînorê Rojava û derbasî Rojava hatiye kirin.

Koçakli got, ketina wî ya Başûr jî hatiye qedexekirin.

 

ROJNEWS / HEWLÊR