Her roj polîtîkayên zext û çewisandinê yên PDK’ê zêdetir dibin.
Dadgeha Hewlêrê ya ku di bin rêveberiya PDK’ê de ye, der heqê Sekrekterê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mûstefa de biryara girtinê da. PDK a ku bi awayekî pratîkî dest daniye ser Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, nahêle Serokê Parlamenê were Hewlêrê.
‘Dadgeh ne serbixwe ye’
Berdevkê Tevgera Gorran Şoreş Hacî diyar kir ku biryara girtina Serokê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mustefa siyasî ye û got, dadgeh jî ne serbixwe ye.
Piştî ku doh Dadgeha Giştî ya Hewlêrê biryara girtina Serokê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mustefa da, Berdevkê Tevgera Gorran Şoreş Hecî li navenda Giştî ya Tevgera Gorran de civîneke çapemeniyê, têkîldarî mijarê li dar xist. Hacî destnîşan kir ku biryara girtina Newşîrwan Mustefa siyasî ye.
Hacî li dijî biryara dadgehê bertek nîşan da û ragihand ku wê biryarê nepejirînin, ji ber ku biryar siyasî ye. Hacî got, dadgeh û dozgerên Hewlêrê ne serbixwe ne û dibin bandora PDK'ê de ne.
‘Derbarê Newşîrwan de belge nînin’
Hacî ragihand ku dadger û dozger bêalîtiya xwe ji dest dane, lê dîsan jî Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mustefa bi rêya parêzerê xwe daxwaz kiriye ku doz were Silêmaniyê.
Hacî ragihand ku Tevgera Gorran rêzê ji qanûnê re digre û got; "Dadgeha Hewlêrê red kir ku dadgehkirina Newşîrwan Mustefa veguhezîne Silêmaniyê. Dadgehkirin neqanûnî ye û ti belge nînin derbarê Newşîrwan de. Dengê tê gotin ku yê Newşîrwan e jî nikarin îsbat bikin ku yê wî ye û şahidên ji aliyê PDK'ê ve hatine diyarkirin jî bê nav in. PDK naxwaze dadgeh ser bi xwe be. Bingehekî yasayî ya dadgehkirina Newşîrwan Mustefa nîne."
‘Çima kesên Şengal radestî DAIŞ'ê kirî dadgeh nakin’
Berdevkê Tevgera Gorran Şoreş Hacî di berdewama axaftina xwe de got; "Çima dadgeh naçe kesên Şengal radestî DAIŞ'ê kirin û bi vê re bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin dîlgirtin û qetilkirin, dîsan kesên rejîma Baas di 31'ê Tabaxê de anîn Hewlêrê û kesên li Herêma Kurdistanê gendelî û krîz derxistine dadgeh nake. Pêwîst e dadgeh destpêkê wan kesan dadgheh bike. Eger dadgeh serbixwe ye, çima van kesan dadgeh nake."
ROJNEWS/SILÊMANÎ