Asayîşa PDK’ê çûna Hewlêrê li penaberê wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qedexe kir. Piştî ku pêr çalakvanên jin ên li ber Nûnertiya NY’ê di greva birçîbûnê de bûn, hatin girtin û ew derxistin derveyî bajêr, niha jî destûr nehat dayîn ku şêniyên wargehê biçin Hewlêrê.
Welatiyên ku li Hewlêrê di karên cuda de dixebitin, ji bo ku biçin ser karê xwe, serê sibehê ji wargehê derketin. Li benda kontrolê ya Zirga hatin astengkirin.
Mexmûriyên dixwestin biçin nexweşxaneyê jî hatin astengkirin. Li gorî agahiyan, endamên asayîşê heqaret li wan kiriye û gotiye, “Me hûn ji Hewlêrê derxistin, hûn tiştên nebaş dikin, em êdî nahêlin hûn biçin.”
Mexmûriyan nerazîbûn nîşanî vê helwêsta PDK´ê da û got; “Endamên asayîşê her wiha gotine, şandeyeke ji Tirkiyeyê wê biçe Hewlêrê, lewma em nahêlin ti kes ji Mexmûrê biçe bajêr.
Êrişî çalakvanan kiribûn
Meclîsa Jinan a Îştar 30’ê Çile li dijî tecrîdkirina Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven, li ber Nûnertiya NY ya Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Lê tevî ku çalakvanan destur ji rayedarên NY´yê girtibû jî, asayîşa PDK’ê 31’ê Çile êriş kiribû û konê çalakvanan desteser kiribû.
ROJNEWS/HEWLÊR