Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê, Meclîsa Dadweriya Herêma Cizîrê, Komîteya Hiqûqnasên Demokrat ên Rojava, Rêxistina Mafên Mirovan a Qamişlo û Hesekê û Dadgeha Gel a Qamişlo îro li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin da ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Piştî daxuyaniyê şandek ji van saziyan pêk tê, ji bo ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, çû Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de. Lê şande ji aliyê rayedarên PDK’ê yên sînor ve hat astengkirin.

Rayedarên PDK’ê bêyî ku hêncetekê nîşan bidin, nehiştin ku şande derbas bibe.

Li ser vê yekê şandeyê ev helwest şermezar kir. Li ser navê şandeyê Xetîce Îbrahîm li ser pirê daxuyaniyek da. Xetîce 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Me xwest ku em biçin Bakur û ji wir jî biçin Îmralî. Lê rêveberiya Başûr bêyî sedemekê nîşan bide, nehişt em derbas bibin. Em vê nêzîkahiyê şermezar dikin.”

Rêveberiya PDK´ê ji demekê ve ambargoyeke hişk daniye ser Rojava, heta bi alîkariyên insanî, xwarin û derman jî tên astengkirin. Ji ber vê ambargoyê derman li Rojava kêm dibin û heta endamên saziyên alîkariyê yên ku bi rêyên din hewl didin derbasî Rojava bibin jî tên girtin, çawa ku endama Heyva Sor a Kurd Bêrîvan el-Zîn hat girtin. Ji ber vê yekê jî li derdorên siyasî pirsa “gelo PDK dixwaze çi bike” xwe dide der; pê re jî gefên Tirkiyeyê li partiyên Başûr xwarî da ku destekê nedin Rojava tên bîra mirovan. 


DÊRIK