Asayîşa Hewlêrê çalakiya jinan da sekinandin û rojnamevanê bi navê Ferhad Kobanê jî kir bin çavan.
Asayîşa PDK’ê doh piştî nîvrojê li ber bazara Niştîman pêşî li meşa jinan a 8’ê Adarê girt û jin dane sekinandin. Jinan ji bo şermezarkirina mudaxeleya hêzên asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û got: "Asayîş hatiye me biparêze, lê bi kêrê li piştê ve li me da."
Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî çalakiya rûniştinê dewam dikir. Hêzên Asayîşa PDK´ê rojanmevanê bi navê Ferhad Kobanê jî kire bin çavan.
Meşa azadiyî ya jinên Şengalî
Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên ku li çiyayên Şengalê hatin gel hev, meşek li dar xist û roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de li gel tevlîbûna jinên Êzidî, şervanên YJA-Star û YJŞ’ê amade bûn. Jinan bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Jinan’ dest bi meşê kir û di meşê de pankartên ‘Berxwedana Jinên Şengalê’, ‘Rêber Apo çavkaniya jiyanê ye’, ‘Em jinên Êzidî ne, li pey azadiyê ne’ hilgirtin.
Her wiha di meşê de li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên jinên Êzidî yên sembola berxwedana jinên Êzidî jî hatin hildan.
Piştî meşê jin gihiştin meydana pîrozbahiyê., Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanan koroya zarokan a Şehîd Bêrîvan derket ser dikê, helbest û sitran gotin. Dema nûçeya me dihat amadekirin li Şengalê hîna pîrozbahiyê dewam dikir.
HEWLÊR / ŞENGAL