Endamê şandeyê Xelîl Kalo diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê PDK´ê piştigirî nedaye lidarxistina Kongreya Netewî ya Rewşenbîrên Kurd. Hevdîtinên şanda nivîskarên rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê didomin. Şandeya nivîskaran herî dawî serdana Yekitiya Netewa Demokrat a Kurdistanê YNDK û Partiya Demokrata Kurdistanê PDK´ê kir.

Divê rewşenbîr bi erka xwe rabe

Li ser hevdîtinê endamê şandê û nivîskar Xelîl Kalo ji RojNewsê re wiha got: “Me wek rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê serdana YNDK û PDK’ê li bajarê Hewlêrê kir. Di destpêkê de me bi sekreterê YNDK’ê Xefur Mexmurî re hevdîitnek pêkanî. Piştî wê bi berpirsyarê çand û ragihandina navendî yê PDK’ê Mehmud Mihemed re li polîtburoya PDK’ê me hevdîtin kir. Di serdana xwe de me guftûgo li ser rolê rewşenbîran yê pêkanîna erkê neteweyî kir û me daxwaz kir ku ji bo pêkanîna kongreya netewî a rewşenbîrên Kurd, piştgiriya rewşenbîran bikin.”



Qendîlê em baş pêşwazî kirin
Kalo di axaftina xwe de rexne li PDK’ê kir û wiha got: “PDK’ê piştigirî neda Kongreya Netewî ya Rewşenbîrên Kurd. Dema me serdana wan kir pêşwaziya wan ji bo me gelek sar bû. Mixabin wana weke Qendîl û Silêmaniyê piştgiriya xwe nîşan neda, lê me wekî rewşenbîr erkê xwe pêkanî. Ji ber ku wan wisan hesab dikirin ku em wek rewşenbîr girêdayî TEV-DEM’ê ne, lê baweriya me bi wê heye ku rewşenbîr kesên pêşeng û azad bin.”


Li Başûr rewşenbîr bê bandor in

Xelîl Kalo got ku serdana wan ya ji bo PDK’ê girîng bû, lê bandora ENKS’ê li ser wan hebû û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rewşenbîrên Kurd yên li Herêma Kurdistanê ketine bin bandora hizbîtiyê, ji ber wê yekê heya niha bandora rewşenbîran li ser civakê nîne. Em hêvî dikin rolê rewşenbîran di pêşxistina asta rewşenbîrî, siyaset û hişyarkirina civakê de hebe. “ Şanda rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê çend roje li Herêma Kurdistanê û ji bo ku kongreya rewşenbîrên Kurd pêkbê serdana partî, nivîskar û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin.


ROJNEWS/HEWLÊR