Cenazeyê şervanê YPG’ê Kendal Qehreman (Mario Nunes) doh ji Nexweşxaneya Dêrikê ji aliyê sedan kesên ji Girkê Legê û Dêrikê ve hate wergirtin û ji bo ku bişînin welatê wî bi karwanekî tirimpêlan birin Deriyê Sînor ê Sêmalka.
Li ser sînor merasîma leşkerî hat lidarxistin. Hevseroka Deseteya Maliyeyê ya Kantona Cizîrê Remziye Mehemed, Hevseroka Desteya Aborî Hefrîn Mistefa, Endama Dîwana Meclîsa Qanunsaz a Kantona Cizîrê Pervin Mehemed jî tevlî merasîmê bûn.
‘Ji bo azadiyê hat Rojava’
Ji bo pêşwazîkirina cenaze û tevlîbuna merasîmê şandeyek ji Nûnertiya Portekîz a Hewlerê li gel nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso çûn Deriyê Pêşxabûr da ku derbasî Rojava bibin, lê rayedarên PDK’ê destur nedan ku derbas bibin. Li ser vê yekê şande li benda derbaskirina cenaze ma.
Di merasîma li aliyê Sêmalka de yek ji fermandarên YPG/YPJ’ê Roza Dêrik û Endama Dîwana Meclîsa Qanunsaz a Kantona Cizîrê Pervîn Mehemd axivîn.
Axaftvanan destnîşan kirin ku berxwedana Rojava û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke gelek mezin li tevahiya cîhanê çêkiriye û bûye hêviya azadiyê. Lewma Kendal Qehreman jî tevî ku zewicî bû û zarokên wî jî hebûn, ji bo vê têkoşîna azadiyê hatiye Rojava. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê têkoşîna jiyana hevbeş a gelan bê bilindkirin. Piştî axaftinê wesîqeya şehadetê hat xwendin.
Piştre cenazeye Nûnes derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê hate kirin û ji aliyê şandeya Portezîkî ve hat pêşwazîkirin. Cenaze wê ji Başûr jî bişînin Portekîzê.
Şervanê YPG'ê Mervan oxir kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mervan Hesên Selman (Mervan Reş) ê di 25'ê Hezîranê de li gundê Marlha yê Şedadê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin.
Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê, cenazeyê têkoşer Mervan Reş wergirtin û birin goristana Şehîd Rustem Cûdî. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan Fatima Tahir, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Himêd Miêş û li ser navê malbata têkoşer jî Mela Selman axivîn û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin. Qisekeran soza şopandina rêya têkoşeran dan.
Piştî axaftinan nasnameya têkoşer radestî malbatê hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Mervan Reş hat definkirin.
DÊRIK/DIBÊSIYÊ