Evîn bi awayekî wisa ketiyê dilê wan ku, bûne derwêş, bûne zana, derketine çiyê, lê neketine çolê. Evîneke wisa ketiyê hiş û aqilê wan ku, zozan û bi zozan geriyane, çiya dane ber xwe, meşiyane, bazdane, firiyane, li ber bayê per û baskên xwe vekirine û bi rik ber bayê çûne, bi hêzeke wisa bask li hev xistine, lê tu car xwe bernedane û neketine xwarê. Armanca wan mezin, xwestekê wan mezin, dilê wan mezin, lê di jiyanê de her tim nefspiçûk bûne. Giyana wan a bi zehmet, ji wan re bûye wek giyaneke bisebr û aramî.

Di vî rê de êş kişandine, êşên bêhempa, êşên bênav, êşên ku însan nikare tarîfî wan bide kişandine, lê dîsa jî wekî ku însan mêvanekî ezîz hildide malê wisa, bi salan, serseran û ser çavan qebûl kirine ew êşan. Ew êş bûye wekî mamosteyek û piştgirî daye qaraktera wan, kesayetiya wan xurt kiriye, hêstên bihêz daye ji mirovahiya wan.
Ew êş ji wan re bûye mehelimek, nîşanî ilmê daye ji wan. Êşa vî evînê wek cemisînek bûye ji wan re û meşa wan cemisandiye. Ew evîn, wekî Budha, wekî Zerduşt, wan kiriye xwedî dilpakiyeke bêhempa...
Ew evîn wek êşqeke wisa ketiye dilê wan û tevî jiyana wan bûye ku, di jiyanê de her tim pîvanên wan xurt, di tekiliya însanan de her tim şêwazên wan dilnimz kiriye. Ew evîn ku, kêf û zewq piçûk dike, paşve dihêle, lê girîngî dide li ser nirxên însanetiyê. Ew evîn, nirxên ku bi pere tên mêzîn rexne kiriye, lê nirxên ku ji dîrok virve bi keda mirovahiyê kom bûne û pevcivîyane girîngî daye ser.
Her çiqas ku pergala kapîtalîzmê evîn par dike, ew evîdarên ku me qala wan kir, kom dikin. Her çiqas ku pergala pere evîn sivik kiriye, ewana naveroka evînê têr û tijî kirine. Her çiqas ku modernîte wek cinawirek ketiye nava evînê û evîn kiriye tenê evîna kesan, ewana taybet evîna civakî û evîna mirovî derxistine pêş. Her çiqas ku desthilatdarî evîn xistiye nava mezelan, nava odeyan û nava cihên dizî, ewana taybet evîn derxistine holê, aşkere kirine, desxistine nav civakê, wek sîstemek belavî her qadê kirine. Lê ew evîn ku em qalê dikin, ne tenê taybet ji dilê însanekî derdikeve û ji dilê însanekî bi dawî dibe ye, ew evîn ji dil û mêjî dicemise, di nav pergala civakê de wek têgihîştinek cih digire, wek felsefeyek, wek ramanek, wek piratîkeke jiyanê, wek pîvanên wijdanî tevdigere ye.
 
***
Di van salên dawî de, li Rojhilata Navîn, taybet jî li Mezopotamya ya Jêr, evîneke wisa tê zayîn. Ber xêra berxwedêrên ku me li jorê qalkir, bi xêra wan ruhiyeteke aştiyane û evînî ava dibe. Ew evîn; ji bo xurt bûna kesayetiya însan, ji bo pêşketina nirxên qedîm, ji bo şînbûn û xweşikbûna xweza, ji bo esasbûna aşitî ya însan, civak, nebat, çol û çiyayan, ji bo aşitî ya hemû dar û daristanan, ji bo hevjiyan a însanên her reng û her çandan, ji bo wekhevî ya hemû ol û hemû baweriyan, ji bo mutewazîtî ya însanên her çînê, ji bo sebr û baristanî ya her fikr û nêrînê ye...
Dibe kû muzakerekirin a aşitî ya Îrlandiyan, ya Baskiyan, ya Fîlîpîn, an jî muzakerekirin a di navbera her du welatekî din, ji bo mafên civakekî an jî ji bo mafên niştimanên welatekî be, lê aşitiya Kurdistan, ji van hemûyan cûda ye, ne tenê aşitiya Kurdistan e, di heman demê de ji bo Mezopotamya, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû dinya dê aşitiyeke din be.  Ji ber wê jî heke em bixwazin wek însanên binirx, wek însanên dîrokzan, aqilmend, wek însanên aştîxwaz, wek însanên ku ji bo mafên însan û xwezayê têgihîştî bijîn û bikin, hewceye ku em, ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesan di rê ya aşitiyê de bi israr bin.