Navenda Pen a Kurd têkildarî bûyerên vê dawiyê li Kurdistanê diqewimin, xasma ji ber aloziya li Zînî Wertê, daxuyaniyek da û banga diyalogê li hêzên siyasî yên Kurd kir. PEN a Kurd bûyerên ji 2013’an ve li Kurdistanê diqewimin bi bîr dixe, û paşê dibêje; "Ev bûyer hemû tiştekî nîşan didin; heke kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêzek û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin, divê yekgirtin û yekrêziya xwe pêk bînin, nakokî û dubendiyên navxweyî, cudatiyên bîr û baweriyên olî, siyasî bidin aliyekî û li ser rêgezên demokratîk hevgirtin û hevkariya navxweyî pêk bînin. Helbet ev ne karekî hêsan e, di serî da welatên dagirker, gelek hêzên derekî û navxweyî li ber vê yekê dibin asteng, lê belê heke Kurd dixwazin wekî pêkhateyeke serbixwe di herêmê de bidomînin, pêkanîna yekîtî û yekrêziyê pêdiviyeke bivênevê ye.” PENa Kurd ji ber wê jî wiha hişyar kir: “Em bang li aliyên siyasî hemûyan dikin ku li hemberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin, ji bo çareseriya kêşe û pirsgirêkên navxweyî rêya diyalog û danûstandinên aştiyane bidin ber xwe. Berî her tiştî divê ti aliyê siyasî danûstandinên xwe yên bi dewletên dagirker re li ser hesabê aliyekî din bi rê ve nebe û divê aliyek bi ti awayî nebe navgîn û destikê dagirkeran. Wekî mînak jî em dişên bûyera welatparêzê ji Rojhilatê Kurdistanê, Mistefa Selîmî bidin, li gorî hinek çavkaniyan Mistefa Selîmî li bajarê Pencêwînê hatiye girtin û radestî hêzên Îranê hatiye kirin, hewce ye ev bûyer demildest were zelalkirin û heke bi rastî jî ew hatibe radestkirin divê berpirsên bûyerê werin cezakirin. Pêwîst e êdî Kurdên azadîxwaz bi destên Kurdan radestî dewletên dagirker neyên kirin.” Ji bo Mexmûrê jî bang PENa Kurd ambargoya li ser wargeha penabera a Mexmûrê jî bi bîr xist û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev çend meh in li ser kampa penaberan ya li Mexmûrê jî gemaroyek heye, ji ber vê yekê gelê me yê li kampê gelek zehmetiyan dikêşe. Li gorî baweriya me, pêwîst e ew jî di zûtirîn demê da were bidawîkirin û rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser kampê were girtin." NAVENDA NÛÇEYAN
Hêzên eskerî bila ji Zînî Wertê vekişin Welatiyên Helebce ji ber aloziya li devera Zînî Wertê bi fikar in. Welatiyan dixwazin hêzên eskerî ji Zînî Wertê vekişin. Ji xelkê Helebceyê Celal Ebdulstar dibêje, “Niha ji her demê zêdetir egera rûdana şer di navabera hêzên Kurdî de peyda bûye û ji bo ev yek pêk neyê, pêwîst e di zûtirîn demê de PDK û YNK hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin.” Helebceyiyê bi navê Rizgar Heme Nurî jî dibêje, rewşa niha li Zînî Wertê, encama siyaset û pîlanên dewleta Tirk e. Herçî Mihemed Heme Reza ye, ew ji PDK’ê û YNK’ê dixwaze hêza ku şandine deverê vekişînin da ku ti behane ji dewleta Tirk re nemîne hêza xwe têxe xaka Başûr.