Ew romana ‘Niqutî Dilê Min’, ji bo min bûbû sedema tatîla beleş a paytexta Misrê Qahîreyê. Bi saya wê romanê ez berê çûm Amedê, li nava kolanên wê geriyam. Ji wir Enqere û dûre jî Qahîre. Helbet piştî Qahîreyê, Qendîl jî hebû. Çawa min bihîst Rêşad Sorgul ‘Pêjna Feqî’ derxistiye, ez ketim nava heyecana tatîleke din a beleş.
Ez ji romanên nivîskarên fransî, gelek deverên Parîsê fêr bûbûm. Dema bû qismet çûm Parîsê, min dît pir xweş taswîr kiribûn. Piştî ku min ev deverên nivîskaran qal kiribûn dîtin, eleqeya min a ji bo romanên cih û waran taswîr dikin jî zêdetir bû. Lewma pirtûka Niqutî Dilê Min bandoreke mezin li min kir û di bîranînên min de, wekî romana tatîla beleş ya Qahîreyê cih girt. Lewra jî min bi meraqa ‘ka wê Rêşad Sorgul di tatîla 2014’an de min bibe ku derê’ dest bi xwendina ‚Pêjna Feqî’ kir.

Peyama vegera li nirxên Kurdî

Bi destpêkirinê heyecana min zêde bû. Min nêrî Pêjna Feqî, li Swêdê dest pê dike û ber bi welêt ve diçe. Roman bi heyecan û meraqeke mezin dest pê dike û wisa bi dawî dibe. Rêşad Sorgul di vê romana xwe de, hem em ji Swêdê birine welêt, li Amedê kolan bi kolan digerîne û hem jî Feqiyê Teyran bi me dide nasîn. Me der barê cihê gora pêxember Nûh, Melayê Cizîrî, evîna Mem û Zîn, rola Beko de, agahdar dike. Balê dikişîne ser wêjeya klasîk a Kurdî. Peyama Kurdîno ‘hûn diçin fîlosof û klasîkên cîhanê, dixwînin û lêkolîn dikin, ev tiştekî başe, lê yên xwe ji bîr nekin’ dide. Dewlemendiya wêjeya klasîk a Kurd radixe ber çavan. Yên Amedê nas nakin, dikarin ji vê pirtûkê fêr bibin. Dikarin ji Sûka Mast heta bi Mezgefta Mezin bimeşin.

Nexweşiyên penaberiyê

Rêşad Sorgul di vê romana xwe de bal kişandiye ser pirsgirêkên malbatî û siyasî yên Kurdên penaber. Nakokiyên siyasî yên di navbera endamên malbatan de nîşan dane. Psîkolojiya dûrbûna welêt psîkolojiyeke bi çi rengiye, pir baş îzah kiriye. Eger Kurdên penaber, di dewsa tirşik û meftûneyê de, qala xwarina mango, karîdes û hwd, dikin, ew bi serê xwe mijara nivîsekê ye. Nîşana dûrbûna ji welêt dûrbûna ji çand û nirxên welêt e. Guherîna tahma deve. Ji aliyekî fikirîna welêt, malbat, gund, tax û kolanên lê mezin bûyî. Lê ji aliyê din, ne-ecibîna wan û ji wan dûr ketin. Encam nexweşiya penaberiyê: Ketina depresiyonê û çûyina ber deriyên psîkologan. Rêşad Sorgul di Pêjna Feqî de ferqa di navbera têkiliyên malbatî yên li Ewrûpayê û yên li welêt de pir baş îzah kirine. Bi gotineke din sarbûna têkiliyên Ewrûpa û germbûna têkiliyên li welêt, noqteyeke din a girîng e ku Rêşad Sorgul di romana xwe de aniye ziman.

Kêmasiyên îzaha atmosfera Newrozê

Rêşad Sorgul di romanê de qala Newroza Amedê û atmosfera di arefeya Newrozê de kiriye. Lê belê di îzahkirina atmosfera Newrozê û arefeya wê de kêm maye. Kesên pîrozbahiyên Newroza Amedê ya ji sala 2000’î û pê ve, dîtibe, ferq dike ku, Rêşad Sorgul ew atmosfer û heyecan neditiye. Eger mirov vê kêmasiyê nehesibîne, di pirtûkeke 69 rûpelî de, dayina evqas peyaman, hostatiyek e. Rêşad Sorgul bi vê romana Pêjna Feqî, bi awayekî beleş me ji Swêdê heta Amed û Cizîrê dibe. Me dibe pîrozbahiya Newroza mezin, li Amed û Cizîrê digerîne. Di wan riyan de hebûna noxteyên leşkerên dagirker, wekî sedema bilindkirina têkoşînê nîşanê me dide. Lê di heman demê de hebûna gerîllayên li çiyê ku Sara û pismamê wê diçin cem wan, nîşan dide ku welêt ne bêxwedî ye.
Şêx çima hate kuştin? Çi bi Azad hat? Seydo çi dike? Sara çima çûyina xwe ya Swêdê betal kir? Çima biryar da ku biçe merasîma cenazeyê Şêx? Ev gelek pirsên bê bersiv mane. Wisa xuya ye ku Rêşad Sorgul gotiye, hûn bi xwe li bersiva van pirsan bigerin.


MEHMET DREWŞ