Li gorî demsal û erdnîgariya netewan cûre cûre pêlav dihatin çêkirin. Di nav kurdan de jî bi piranî ji postê gamêş an jî ga dihat çêkirin. Carnan ji postê bizin û mîhan dihatin çêkirin. Ev pîşe bi piranî li Amedê jî din av ermeniyan de navdar bûn. Gelek Ermenî pêlavkariyê dikin. Îro bi pêşketina teknolojiyê wek berê sol ne bi destan di fabrîqeyan de tê amadekirin. Pelavkarî îro bi windabûne re rû bi rû maye.

Pelavakarê bi navê Nîzamettîn Ogru diyar kir ku di zaroktiya xwe de vî karî dike û hosteyên wê jî ermenî bûye. Ogur anî ziman ku ev çermên ku pê pêlavan çêdikin ji çermên ga ne û wiha got: "Em solên xwe ji çermên gayên 2-3 saliyan çêdikin. Çermê gayê mezin jî, ji ber ku hişk e em wan dikin binê pêlavan. Hinek sol jî ji çermên bizinê çêdibin. Ev çerm zexm in. Em heba solan 80 an jî 90 TL'yî çêdikin."
Ogru da zanîn ku di ciwaniya xwe de rojê 8 cot pêlav çêdikir, lê niha rojê solek an jî 2 solan diqedîne û wiha domand: "Nêzîkê 40 sal berê li Amedê 100-150 dikanê solan hebûn. Niha 10 dikan an heye an jî tune ye. Yê ku vî karî dikin pir kêm bûne. Carnan ji bo şanogerên çêdikim. Ji ber ku solên kevin tune ne. Yê ku ji xwe hez bike an jî kesên ku qiymeta solan bizanibe tê solan ji ba min digire."
Ogru destnîşan kir ku kesên ku lingê wî seqet an jî pir mezin be ji ber ku solê febrîqayê nabînin ji wan re bi destan çêdike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê me îro gava pêlavan digirin baş be an jî nebaş be jî li marqeyê mêze dike. Pêlavên ku bi desta tê çêkirin ji bo aramî û tendûristiya mirovan gelek baş e. Çermên ku em bi kartînin çermên baş in, bêhna nebaş nadin. Tavsiya me ji gel re ew e ku bila solên xwe bi destan bidin çêkirinê. Bila dîroka me jî pêş de biçe. Ev karê dîrokî ye. Bila gel xwedî li vî karî derkeve." 

DÎHA/AMED