Ev navê berhema Xizan Şîlan e, Xizan lê bi helbestê girtî dîlan e, bi nalîn û awaza dilan e, hêvî dikim ev berhem têkeve hemû malan e, da jê bigrin çêşta bedewiya ziman e. Belê, dema gotin baş bên nexşandin, rêz û lihevhatin di payeyeke berz de be, mirov nizane çawa şirove bike. Min wisa dest pê kir, hêvî dikim li gor dilê xwinêran be.
Xizan Şîlan ji navenda Anatolyayê ye, li gundê Încovê ya Cihanbeyliyê çavên xwe li vê cihanê vekirine. Zimanê xwe ji dayîka ya dil û giyan bi Kurdî fêrbûye. Di salên 70’yî de têkiliya wî bi Tevgera Azadiya Kurd re çêbûye. Ji ber vê rastiya xwe wî jî ji koteka dagirkeriya xwînxwar para xwe girtiye. Di sala 1980’yî de ji welêt derdikeve û li Stockholmê bi cih dibe. Berhema wî ya yekan; Xem û Xeyal e (helbest), ya diduyan Acilarin Sokagi (çîrok), ya sisêyan Nameyek ji Rinda min re (helbest), ya çaran pejnên Laşên Mirî (helbest), ya pêncan Axîna Sîngê qelişî (helbest) ye.
Xizan Şîlan ji helbestvanên serkeftî yek e. Ew mijarên hildibijêre bê ku wê ji xeta wê derxe, bi peyv, biwêj û hevokên têrwate rêz bi rêz dixemilîne. Dema mirov dixwîne, dibîne ku ew bi her helbestekê fikrekê têr şirovekirî, mijareyeke têr nirxandî têgihiştina pirsiyariyên ji cihaneke din bi mirovan dide hîskirin.
Wî ev berhema giranbiha wek diyariyekê ji bo dever û xaka birîndar ragihandiye. Di vî derbarî de wiha dinivîse: “Diyarî ji bo berxwedana Rojava, Şengalê, Kobanê, Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Geverê û Kurdistaneke serbixwe...“
Nivîskar û helbestvan Serkan Birûsk jî têbiniyeke kurt daniye: “Bi nêrîna min Xizan Şîlan di helbestên xwe de rêya vegotina hestên xwe dîtiye...“
Gabar Çiya jî pêşgotineke balkêş amadekiriye, li gel paragrafên têr di paragrafekê de wiha dinivîse: „...Volkana dilê wî, li tixubên însanetiyê radiweste, teqîn û êşeke hevbeş dihêne pê. Şewata dil, rondikan dibarîne ji jana lehiya wê ya ar û agir...“
Çend mînak
Ji helbesta “Hesreta Hilmgirtî: „...li biharan / kulîlkên hesretê çilmisîn /li havinan berf û pûka çaxên genî /li ser serê min barîn /li payîzan /tovên bextê reş / li baxê hezkirinê hatin çandin /li zivistanan / kirasên tofanên har /li qefesa rojên şad hat pêçandin...“
Ji helbesta ‘Hevokên Tazî’: “Ez /jana qolincên helbesta tazî /melhema hevokên pûç im / bayê çerxa feleka zalim /mişxetê giyanêşê zindî mirî me...“
Ji helbesta ‘Dîroka Rûreş û Ez’: “Ey cihana ker û kor /ey dîroka rûreş /ji ber hovitiya we /çûkên ezmanan reş girêdan /stêrkên şevên sayî /rondikan dibarînin...“
Ji helbesta ‘Nizanim Çima’: “…Li serma çolistanên gunehkar /berê xwe didim oxira felekê /bi êş û jana helbestan re /rêwitiya firtineyên har dikim...“
Ji helbesta ‘Keça Kurda’: „...Ez ê /quntarê çiyayê Şengalê /ji te re bikim warê şahî û dîlanan /li perestgeha Lalişa Nuranî /qasîdeyên Yêzdanê dilovan /bixwînim /û li dora Tawisî Melek /semaha rojbûna te bigerînim...“
Ji helbesta ‘Bayê Rojava’: “ez /dergûşeke li çolistanên qijilî /pêxwas /tazî /tî /birçî û sêwî mayî me /xwîna pêsîra dayika xwe /ya sîngsedef û giyanmirî /dimijim /dengê qîjeqîja çûkeke perşikestî /hêlîn wêranbûyî /bêxwedî /û şeveder mayî me...“
Ji helbesta ‘Dara Hêviyê’: “…Li ser axa welatê birîndar /tovên dara hêviyê /bireşînim /toz û mija ewrên reştarî /ji ser bajarên şarestaniyê rêjkim /kul û kederên Sûr a Amedê / bi melhema kevirên sebirê bikewînim...“
Nasnameya berhemê
Navê berhemê : Pêlên Bayên Felekê
Helbestvan: Xizan Şîlan
Berg: Di pencereyeke bi xunav re li dîmena payîzî nêrîn
Li ser bergê paşiyê: Wêne û helbesteke helbestvan heye.
Weşan: Weşanên ar 2016 Stenbol