Nivîskar Kakşar Oramar jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku PEN’a Kurd a ku li Almanyayê kar û xebatên xwe dimeşîne her çend wekî navendeke çandî û siyasî be jî ew dixwazin ku navendê ji Almanyayê bînin yek ji navendên wêjeya Kurdî Amedê û ji bo vê yekê jî ew ji Baydemîr alîkaiyê dixwazin. Oramar diyar kir ku heke derfet hebin ew ê di 22’Nîsanê ango salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistanê navendê li Amedê vebikin û wiha axivî: “Em dixwazin ku hem di salvegera derketina rojnameya Kurdistanê û hem jî 8’emîn kongreya xwe li Amedê pêk bînin.”
Baydemîr jî di axaftina xwe de anî ziman ku ew hemû kar û xebatên ji bo ziman, çand û hunerê tên kirin watedar û xwedî nirx dibîne. Baydemîr destnîşan kir ku wêje, ziman û êand ji bo gelan têgîn û çalakiyên domdar in û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber van sedeman e ku hemû dewletên li Rojhilata Navîn dixwazin ku Kurdan ji çand, wêje, huner û zimanê wan dûr bixin.”Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji bo xebatên bi vî rengî berpirsiyariya dikeve ser milê wan ew ê pêk bînin.
DÎHA/AMED