HEMÎD MISTEFA / ATÎNA
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê, li Meydana Akademiya ku cihekî tûrîstîk e, Kurdistaniyan konê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê vedaye. Ew hem destekê didin çalakiya hevseroka KCD´ê Leyla Guven û hem jî doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Di çalakiya greva birçîbûnê ya li Atînayê de deh kom bi giştî 30 cihê xwe digirin. Çalakiyê 6´ê Kanûnê dest pê kir û wê heta 21´ê Kanûnê dewam bike. Di çalakiyê de Kurdistaniyên ji her parçeyê Kurdistanê cihê xwe digirin. Kurdistaniyên penaber li Yewnanistanê jî ji bo desteka xwe diyar bikin diçin serdana konê çalakiyê.
Rewşa Rêber Apo zelal bikin
Ebdulrehman Bamêrnî, ji Başûrê Kurdistanê ye, ji ber diyarkirina nerazîbûna xwe li sîstem û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, neçarî penaberiyê bûye. Ebdulrehmanê ji Dihokê ji bo destekkirina çalakiy di jî dibêje, “Ji ber ku demeke dirêj e çi xeber nayên zanîn li ser rewşa Rêber Apo, ji bo vê pewîst e Kurd dengê xwe bikin yek da ku hêza wan hebe dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û bi zûtirîn dem, rewşa Rêber Apo bihêt zelal kirin.”
Mistefa Efrînî jî ji Rojava ye û destekê dide çalakiyê. Ew dibêje, “Em ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk reviyan. Tişta ku kete ser milê Rêber Apo, wî di asta herî mezin de kir. Ji bo vê, êdî niha dem dema gelê Kurd e ku li Rêberê xwe xwedî derkeve.”
Piştgiriya Leyla Guven dikin
Çiya Rojhilatî jî yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ye û bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye; ji ber zilma dewleta Îranê ew jî penaber bûye. Ji bo çalakiyê û armanca xwe ew dibêje, “Ji bo em doza xwe ya neteweyî dewam bikin, em ketine vê çalakiyê da ku piştgiriya perlementera Kurd Leyla Guven bikin û em doza xeberwergitina ji hal û rewşa Rêber Apo dikin.”
Serhad Qazî jî yek ji çalakgeran e û ew dibêje penaberî nayê wê maneyê ku ew kurdbûna xwe û doza xwe ji bîr bike.
Çalakiya greva birçîbûnê bi moral û destekeke mezin dewam dike.