Dîsa li 12 dibistanên Stenbolê jî wekî perwerdehiya Sûriye perwerde tê dayîn. Hikûmeta AKP'ê ji bo 30 hezar Êzîdîyên Şengalê ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyan hatin, heta niha tu derfetên perwerdehiyê nedaye. Heta niha ji bo êzdiyên li Amed, Êlih û Mêrdînê bi cih bûn jî tu dibistan nehatiye vekirin. Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê destnîşan kir ku saziyên AFAD, Wezareta Karên Hundir, Karên Derve ji bo perwerdehiyê giştînameyekê amade dikin.
Cudakariyê dikin
Di giştînameyê de tê gotin ku Êzîdî û Sûriyeyên dixwazin zarokên xwe bişînin dibistanên Tirkî perwerdeya Tirkî dê bê dayîn. Bi vê giştînameyê zarokên ku heta niha bi alfabeya Arami (Arap) perwerde ditine dê neçar bimînin ku bi alfabeya Tirkî perwerde bibînin. Derfet û mercên ku ji bo zarokên Sûriye yên li Hatay û Stenbolê bi cih bûn dê ji zarokên Êzîdî re neyên amadekirin. Zarokên Êzîdî ku heta niha bi tîpên Aramî perwerdehiya Kurdî didîtin, dê bi vê giştînameyê neçar bimînin ku perwerdehiya Tirkî bidin zarokên Êzîdî. Midûriyeta Perwedehiyê hinceta "Cihê me tune" daxwazên êzdiyan red kirin û got "Yên dixwazin dikarin zarokên xwe bişînin dibistanên Tirkî û perwerdehiya Tirkî bibînin.
Heta niha tu xebatên şaredariyan jî ji bo zarokên ku li kampên di sînorê şaredariyê de dimîn tune. Rayedarên Bajarê Çadirî ya Fidanlikê diyar kir ku ew perwerdehiyê nadin zarokan.
AMED