Hejmara penaberên Iraqê li kampa Holê her diçe zêde dibe. Bi zêdebûna hejmarê re pirsgirkêka jiyanî ya penaberan zêde dibe. Pêdiviya penaberan êdî bi gelek kon, pêdiviyên zivistanê û madeyên jiyanî heye. Li hemberî vê yekê jî UNHCR xemsar eberamberê panaberan.

Bi sedan penaberên Iraqê yên li kampa Holê ji ber vê yekê li pêşiya buroya UNHCR´ê civiyan xwepêşandanek lidarxistin û xemsariya saziyê protesto kirin. Penaberan daxwaza pêşkêşkirina alîkariyan kir û bang li Rêxistinên Insanî yîn Navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin.

Xwepêşandêrên penaber ev ji 3 hefteyan ve di konan de ne û ti alîkarî ji aliyê Rêxistinên insanî ve nehatiye pêşkêş kirin. Penaberan destnîşan kir ku rêxistinên ku di nav kampê de xebatên xwe didomîn berî demekê navê wan tomar kirine da ku alîkariyan bidin wan. Lê heta niha ti alîkarî nedane wan. 


 HESEKÊ