Armanca wan ew e ku rayagiştî ava bikin û bi wesîleya hefteya polîtîkavanan li daxwazên xwe ji siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl re ragihînin.
Qederê 400 Penaberên ji mafên penaberiyê bêpar roja yekşemê li Malmoyê çalakiyek pêk anîn û piştre ji wan 50 penaberî ber bi Vîsbyê ve dest bi meşê kir. Armanca penaberan ew e ku pirsgirêkên penaberan bixin rojevê û di 29’ê Hezîranê de tevli Hefteya Siyasetvanan bibin. Penaber Navîd Mohsenî got: “gelek tiştên em ji televîzyonan guhdarî dikin ne rast in. Li Swêdê gelek penaber ji mafan bêpar in. Gelek kesan dersînor dikin. Tê gotin ku li vî welatî demokrasî û mafê mirovan heye. Lê ev ne rast e. Her kes wek mirov nayê qebûlkirin. Haya pirraniya kesên li Swêdê ji pirsgirêka penaberan nîne."

‘Siyaseta YE’yê kemîn e’

Penaberên ji mafên xwe bêpar ji Xaça Sor ya Swêdê jî xwestin da ku ji bo parastina jiyana penaberan li Ewrûpayê tedbîr bên girtin. Xaça Sor a Swêdê jî îşaret bi keştiyên penaberan yên li Derya Spî kir û got, siyaseta  nakokane ya penaberiyê ya Yekitiya Ewrûpayê di pratîkê de kemîneke kujer e. 

STOCKHOLM