Pêla koça welatiyên Herêma Kurdistanê ya ber bi welatên Ewropa û yên cûda ve didome. Heya niha bi hezaran welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber betalî, metirsî û krîzên heyî berê xwe dan welatên derve. Bi dehan sedan Kurdên ji Başûrê Kurdistanê jî di rê de mirin yan li ser Derya Ege xeniqîn.
Du kes ji wan zarok in
Rêveberê ferderasyon penaberan Arî Celal ragihand ku tenê îsal cenazeyên 64 penaberên ku di dema çûna dervey welêt de di avê de qeniqîne, anîne Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: ”Zêdetirê van penaberan di dema çûna dervey welat de di Derya Ege de xeniqîne. Wê îro (doh) cenazeyên 4 din jî bên Herêma Kurdistanê. Ji vane du ciwanên xelkê Soran bi navê Sîrwan Xilah, Mihemed Selîm û du kesên din jî zarok kin, xwişk û birayên hev in û xelkê Şêxan in.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ