Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ji bo malbatên Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21’ê Adarê şehîd bûn peyam şand.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ragihand, Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sinegir (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) di 21’ê Adarê de ji ber êrîşa hewayî ya Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Komîteyê 14’ê Tîrmehê bi sernavê “Ji malbatên hêja yên Aktaş, Ozturk, Dûrsûn, Ozdemîr û Tekîn re” peyamek weşand. Peyam wiha ye:

“Her qonaxa vê têkoşînê ku ji bo azadiyê dest pê kir, bi berdêlên mezin pêk hat. Ji bo parastina nirxên gelê Kurd û gelan hemûyan, ji bo jiyaneke bi rengê azad, milîtanên vê tevgerê bêdudilî canê xwe ji bo serketina vê armanca mezin feda kirin. Hîn jî bi ruhê fedayî yê mezin li dijî êrîşên paşverû û mêtingeriyê li ber xwe didin, dema ku pêwîst dike canê xwe ji bo serketina gelê me û gelên me feda dikin, têdikoşin û şehîd dibin.

Têkoşîna bênavber a 41 salî

Sînanê Sor ku di sala 1978’an de PKK nas kir û di temenê ciwan de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû, sala 1959’an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Piştî ku lîse bi dawî kir da pey Rêber Apo û heta kêliya dawî ya şehadetê 41 salan bi daxwaza mezin a têkoşînê ji Bekayê heta Botanê û ji wir jî heta çiyayên Kurdistanê hemûyan bi rengekî bênavber têkoşiya.

Temsîla şareza ya milîtanbûnê

Emrûllah Dûrsûn bi nasnav Serhat Amanos sala 1991’ê li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Li navçeya Gimgim a Mûşê sala 1970’î ji dayik bû, dema ku diçû zanîngehê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Êşên gelê me ji nêz ve dît û ji bo dawî li vê yekê bîne tevlî nava refên gerîla bû. Di nava 28 salan de bi fedakariyeke mezin têkoşiya û jixwe piştrast bû û bi vî awayî weke milîtanekî apoyî bi ser pirsgirêkan de diçû. Temsîla herî şareza ya fermandarî û milîtaniyê ya Rêber Apo. Sala 1999’an dema ku Fermandarê Eyaleta Amanosê bû, dema ku tevî  komeke hevrêyên xwe vedikişiya Herêmên Parastinê yên Medyayê êsîr kete destê rejîma Baas a Sûriyeyê. Piştî ku zêdeyî du salan li zindanên Sûriyeyê êsîr ma careke din xwe gihand xaka welatê xwe û destpêkê tevlî karên leşkerî bû, piştre jî bi tecrûbeya xwe ya mezin dest bi karê siyasî, bawerî û dîplomatîk kir.

Ji şer heta dîplomasiyê

Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir sala 1993’an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Navdar Sinegir sala 1974’an li navçeya Xîzan a Bedlîsê ji dayik bû, piştî ku lîse bi dawî kir ji Stenbolê tevlî bû. Di nava 26 salan ê têkoşînê de di serî de li Eyaleta Amedê li Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê kar kir, her wiha bi rengekî çalak tevlî karê dîplomasiyê bû. Navdar Sinegir ku di asteke bilind de bi fedakarî û daxwazeke mezin kar kir, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û hêza xwe ya pratîkî ya çareseriyê bû milîtanekî PKK’ê.

Ji Dersimê heta Soran

Vehîp Tekîn bi nasnav Serhat Şafak sala 1974’an li Agiriyê ji dayik bû. Sala 1988’an di temenê ciwantî de tevlî nava refên gerîla bû. Sala 1990’î berê xwe da Bekayê. Li qada Rêber Apo ma û piştre berê xwe da welat. Li Dersim, Zagros, Xakurkê û Soran bû gerîlayekî çalak. Li van qadan hemûyan li dijî mêtingeriya dagirker têkoşîneke bêeman meşand. Ji ber ku pê li mayîna hêzên dagirker kir lingê wî jê bû, lê tevî vê yekê jî rojekê nesekinî. Li Rojhilat, Rûsya, Kazakistan, Ozbekistan, Ûkraynayê tevlî karê gel bû. Her wiha tevlî karê Akademiya Zanistiyên Civakî û Wêjeyê bû.

Bi ciwanî tevlî têkoşînê bû

Celal Ozturk bi nasnav Şiyar Faraşîn li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayik bû û di zarokatiya xwe de gerîla nas kir. Di 18 saliya xwe de berê xwe da qadên gerîla û sala 2014’an tevlî bû. Bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar her li pêş bû û gihîşt asta milîtaniya Apoyî.

Bîranîna wan rê nîşanî me dide

Li dijî sîstema qirker a li gelê me û gelan tê ferzkirin, bi hêza ji şehîdên xwe wergirtî em têkoşiyan û têkoşîna xwe bi heman hêzê didomînin. Bîranînên pênc hevrêyên me yên tevlî artêşa şehîdan bûn mîna doh îro jî wê rê nîşanî me bidin. Ev yek bingeha diyalektîka PKK’ê ye.

Bi wan serbilind bin

Ji ber ku hûn xwedî ewlad, bira û xizmekî leheng ên mîna Sînanê Sor, Serhat Varto, Navdar Sinegir, Serhat Şafak û Şiyar Faraşîn in ku hûn çiqasî bi wan serbilind bin ewqasî hêja ye. Em hevrêyên wan her tim bi wan serbilind bûn. Ji bilî pêkanîna armancên wan em ê tiştekî din nekin.

Armanca wan welatekî azad e

Em zanin ku niha gora gelek şehîdan jî nîne. Jixwe wan ji me gor nexwestin, welatekî azad xwestin. Lewma bîrdariya herî mezin a ku em ji bo wan biafirînin wê avakirina Kurdistana azad li navenda Rojhilata Navîn be. Yekane bîrdariya ku şehîdên me lê razê wê ev be. Yekane soza ku em her roj tînin ziman û em ê ti carî jê venegerin ev e.

Em soz didin ku ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û Kurdistana azad em ê hucreyên xwe hemûyan seferber bikin û hêjayî şehîdên xwe bin. Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên hevrêyên xwe yên şehîd re dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN